​​​​​​​'Dewleta Tirk Lîbya dagir dike, hikumeta Lîbya jî hebûna wê rewa dike'

Lêkolîner û akademisyenekî lîbî piştrast kir ku dewleta Tirk li Lîbyayê asta destwerdanê derbas kiriye û bûye dewleteke dagirker û got, “Hikumeta Lîbyayê bûye amûreke rewakirina hebûna artêşa Tirk û serokê hikumetê jî êdî bûye wekî waliyekî Tirk.”

​​​​​​​'Dewleta Tirk Lîbya dagir dike, hikumeta Lîbya jî hebûna wê rewa dike'
10 îlon, 2021   08:33
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Lêkolîner û akademisyenê ji Lîbyayê Cibirîl El-Ibêdî diyar kir ku dewleta Tirk li Lîbyayê asta destwerdanê derbas kiriye. El-Ibêdî destnîşan kir ku di rastiyê de Enqere parçeyekî xaka Lîbyayê dagir kiriye û li bargehên Lîbyayê bi awayekî yekalî û bêyî li hikumeta Lîbyayê vegere, tevgdiger û got, “Hikumeta Lîbya êdî tenê bûye amûreke rewakirina hebûna artêşa Tirk.”

El-Ibêdî daxuyand ku serokê Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê jî êdî bûye wekî waliyekî Tirk, ku fermanên xwe ji Tirkiyê digire û beşdarî rûniştina lêpirsînê ya parlamantoyê ji bo wî amade kiriye, nabe. El-Ibêdî wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker piştî ku girîngtirîn baregehên hewayî û deryayî li rojavayê Lîbyayê kontrol kirin, tenê ew biryaran dide û tevdigere.”

Lêkolîner û akademisyenê lîbyayî ku ji ANHA`yê re axivî, da zanîn ku dewleta Tirk li Lîbayê delweteke dagirker e û wiha lê zêde kir: “Piştî ku dewleta Tirk peymana diyarkirina sînorên bi Lîbyayê re rewa kir, êdî li ava herêmî ya Lîbyayê bêyî ku hesabê ji kesî re bike li petrolê digere. Wê ne tenê hesab ji serokê hikumeta Lîbyayê re nekir, lê belê xwest ku serokê banka navendî ya Lîbyayê bi dehan milyaran pereyan bixe xezîneyên Tirkiyê.”

Cibirîl El-Ibêdî hişyarî da û got, “Bi hebûna hikumeteke rûxiyayî û ne hatî hilbijartin re ku navê hikumeta yekitiya nîştimanî li xwe dike, dê Lîbya di xeteriyeke domdar de be, ji ber ku bi razîbûna xwe xwe kiriye kole.”

(cx)

ANHA