ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-09-2021
9 îlon, 2021   23:00

- Malbatên şehîdan ên Minbicê gotin: "Em ê destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û nahêlin dewleta Tirk a dagirker van destkeftiyan têk bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê bang li gelê herêmê kir ku ji şerê taybet ê ku dewleta Tirk belav dike hişyar bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ambargoya li ser kantona Şehbayê hatiye ferzkirin bandorê li warê perwerde dike, ji ber vê yekê ji zêdetirî 3 salan ve, xwendekar û mamoste bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Tirkiyê ji ber zêdebûna hestên nefretê û nijadperestiyê û dijminatiya tirkan ji sûriyan re, penaberên sûrî di rewşeke xirab de ne. Gelo çawa siyasetên Tirkiyê di sêrî de AKP bi pêşengiya Recep Tayyîp Erdogan bandor li vê nijadperestiyê kir. (BI WÊNE).

DOSYA

- Şîroveyên têkildarî rewşa Efganistanê ya piştî serweriya tevgera Talîbanê berdewam dikin. Pêşbaziyeke navneteweyî û herêmî heye da ku valahiya piştî vekişîna Amerîkayê dagirin. Gelo dê heya kengî azara gelê Efgan berdewam bike û çareserî çi ye? (BI WÊNE).

- Diyardeya xiyanetê ku di dîrokê de di nava gelek civakan de pêk hatiye, li Başûre Kurdistanê jî di xeta PDK'ê de pêk tê. Rêber Abdullah Ocalan têkildarî PDK’ê dibêje “Piştî salên 1990’î Kurdên ku bi Gladioyê re tev digerîn, li ser bingeha tesfiyekirina PKK’ê avakirina Dewleta Federal û Kurdan ji hesabên hegemon ne dûr e.” (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Riyad Derar got, Dera ket navbera du vebijêrkan an wêrankirin an radestbûn û Rûsya hewl dide jinûve hikumeta Şamê li ser saz bike da ku hebûna wê li welat rewa bike. Derar diyar kir ku pêwîstî bi rêbazekî din a şoreşgerî ku xwe dispêre berxwedana aştiyane heye. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Şêniyên bajarê Qamişlo nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla dan û gotin: "Yên ku destekê didin dijmin mîna dijmin in." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Lêkolîner û akademisyenekî lîbî piştrast kir ku dewleta Tirk li Lîbyayê asta destwerdanê derbas kiriye û bûye dewleteke dagirker û got, “Hikumeta Lîbyayê bûye amûreke rewakirina hebûna artêşa Tirk û serokê hikumetê jî êdî bûye wekî waliyekî Tirk.” (BI WÊNE).

JIN

- Semer El-Ba cilê xwe yê spî yê parastinê li ber xwe dike û her sibeh diçe mezreaya xwe da ku li kewarên xwe binêre, beriya demeke kurt xebata wê ya qendîlên hingiv xewnek bû, lê bû rastiyek û pîvanên paşverû yê civakê, feqîrtî û betaliya li Xezayê heyî derbas kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gundê Şiêtat û bajarokê Hecînê rêjeya pêketiyên vîrusa Koronayê ya nû bilind bûye û li ser vê yekê, Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel bang li welatiyan kir ku xwe ji pêla çaram a vîrusê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema pembo piştî genim girîngtirîn berhema çandiyê ye. Ji ber girîngiya wê navê "zêrê spî lê hate kirin, lê belê miqdara berhemdayînê li herêma Firatê kêm e û li herêma Cizîrê baş e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA