Malbatên şehîdan: Em ê xaka xwe û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin

Malbatên şehîdan ên Minbicê gotin: "Em ê destkeftiyên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin û nahêlin dewleta Tirk a dagirker van destkeftiyan têk bibe."

Malbatên şehîdan: Em ê xaka xwe û destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin
10 îlon, 2021   03:06
MINBIC- EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van demên dawîn de, êrişên xwe li dijî gundên li seranserî eniyên şer bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re yên li bakurê Sûriyê zêde kirine. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û ziyan gihîştin milkên wan û ji warên xwe koçber bûn.

/kr/uploads/files/2021/09/09/195241_-.webp

Li ser vê mijarê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbic û gundewarê wê Rebîh Îzedîn got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye, ev cihê şermezariyê ye, bi taybet êrişên wê yên li dijî gundên Minbicê. Ji ber van êrişan xelkên li herêmên nêzî sînor koçber dibin."

Îzedîn destnîşan kir ku piştî rizgarkirina bajarê Minbicê ji hovîtiya terora DAIŞ'ê, li herêmê ewlehî û aramî serdest bûn, lê dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de hewl dide ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Rebîh wiha lê zêde kir: "Ji bo rizgarkirina bajarê Minbicê ji hovîtiya terora DAIŞ'ê, me zarokên xwe kirin qurban. Em rê nadin tu dagirkeriyê ku mîrata şehîdên me û destkeftiyên me yên azadî û ewlehiyê li bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bin pê bikin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbic û gundewarê wê wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû hêzên cîhanî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî van kiryaran bisekinin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan bişopînin. Her wiha em bang li hemû gelê Minbicê ji hemû pêkhateyan dikin ku li dijî vê dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin. "

/kr/uploads/files/2021/09/09/195219_-.webp

Girêdayî mijarê, bavê şehîd El-Mutesimbîllah, Mehmûd El-Îdo, êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet êrişên li ser gundên Minbicê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

El-Îdo wiha lê zêde kir: "Em amade ne ku xak û rûmeta xwe biparêzin. Xwîna şehîdên me ne erzan e û em ê wê biparêzin. Armanca van êrişan ewlehî û aramiya herêmê têk bibin û tirsê bixin nav gel ku yek jî rêbazên şerê taybet e. Em xwediyê vê axê ne û em ê li ser wê bimînin, an jiyaneke bi rûmet an jî mirineke bi rûmet."

/kr/uploads/files/2021/09/09/195407_1.webp

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji baregehên ku di xaka Sûriyê de ava kirine, rojane gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê bi çekên giran, hawan, obus û tanakan topbaran dikin û hewl didin bi dizî bikevin van gundan. Meclisa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LcsPM9OJ3Z8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>