Şêniyên Kobanê bang li gel kir ku ji şerê taybet hişyar be

Şêniyên Kobanê bang li gelê herêmê kir ku ji şerê taybet ê ku dewleta Tirk belav dike hişyar bin.

Şêniyên Kobanê bang li gel kir ku ji şerê taybet hişyar be
9 îlon, 2021   23:31
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker şerê taybet li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Armanca wê ji vê yekê vîna gel bişkîne û wan bide koçberkirin, da ku di enamê de planên xwe yên mêtîngeriyê pêk bîne.

Gelek rêbazên şerê taybet hene, ya herî girîng şerê bi rêya ragihandin, şerê dirûnî û şerê fikirî ye.

Li ser vê mijarê, welatiyê bi navê Fethî Elî yê ji Kobanê got, Erdogan nikarîbû vîna gelê Kurd bişkîne, lewma wî dest bi pratîka şerê taybet kir .

Fethî Elî wiha lê zêde kir: "Dijmin hewl dide bi rêya şerê taybet şerekî navxweyî di navbera kurdan de derxîne. Ji berê vê yekê divê gelê me û partiyên me ji komplo û siyasetên dijminane hişyar bin."

Elî her got: "Dewleta Tirk a dagirker roj bi roj paşve diçe û nikare tiştekî bike, lewma ji bo ku civaka me qels bike şerê taybet bi kar tîne. Lê Em dev ji axa xwe ya pîroz, civak û gelê xwe bernadin û serkeftin ya me ye."

Enwer Mihemed Şukrî got: "Em şerê taybet ê ku Erdogan li dijî gelê me dimeşîne şermezar û lanet dikin. Ji rêbazên şerê taybet ku li dijî gelê me dimeşîne, derxistina şerê birakujiyê, qutkirina ava Çemê Firatê, vekirina deriyên sînor li pêşiya ciwanan da ku koçber bibi. Lê em dibêjin, xwediyê vê axê û me şehîd dane. Em ê bi şerê taybet ê ku dijmin li ser me dimeşîne bandor nebin."

Şukrî diyar kir ku gel dê li hember vî şerî li ber xwe bide û tu carê daxwaza wan pêk nayê.

Enwer Şukrî bang li ciwanan kir ku xwe bi rêxistin bikin da ku nekevin bin bandora şerê taybet.

Ciwanê bi navê Ebdulqadir Muslim ji bajarê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi her awayî êrişî Rojava kir, lê nikarî zirarê bidin gelê wê. Muslim wiha domand: "Ji ber vê yekê li dijî gel bi giştî û ciwanan bi taybet dest bi şerê taybet kir.  Bi rêya vekirina sînoran, belavkirina nûçeyên derew ên wekî wan opersayonên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi rêya êrişên bi balafirên bê mirov da ku tirsê belav bike û herêmê ji şêniyan vala bike şerê taybet dimeşînn."

Ebdulqadir Muslim wiha pê de çû: "Em soz didin ku em ê vê qonaxê û vî şerî derbas bikin. Em destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine ji bîr nakin.  Her wiha em bang li ciwanên derve dikin ku vegerin ji ber ku dem dema rizgarkirina Kurdistanê ye."

(dx)

ANHA