​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Yên ku destekê didin dijmin mîna dijmin in

Şêniyên bajarê Qamişlo nerazîbûn nîşanî tevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla dan û gotin: "Yên ku destekê didin dijmin mîna dijmin in."

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Yên ku destekê didin dijmin mîna dijmin in
10 îlon, 2021   00:46
QAMIŞLO – YARA MIHEMED

Ji 23'yê Nîsana borî ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê dike û di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar tîne. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Bexdayê li hemberî van êrişan bêdeng in.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê 4'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihandin: "“Komeke me ya ji 7 gerîlayan pêk dihat, li herêma Xelîfanê dema xwestine çemê Zapê derbas bikin hêzên PDK’ê ew xistine kemînê û êrişî gerîlayan kirine. Agahî ji me re hatiye ku ev gerîlayên me şehîd hatine xistin."

'YÊ DI NAVBERA KURDAN DE ŞER DERXÎNE JI KURDÎTIYA XWE DERKETIYE'

Li hemberî siyasetên PDK û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re li dijî gerîlayên azadiyê, bertekên gel zêde dibin û tevgerên PDK'ê bi xiyanetê tên wesifkirin. Li ser vê mijarê şêniyên bajarê Qamişlo nêrînên xwe parve kirin.

Jina bi navê Salha Keleş diyar kir ku dîroka PDK'ê ji dehên salan ve û heya niha bi xiyanet û tevkariya bi dijmên kurdan  dewleta Tirk re tijî ye. Salha anî ziman ku PDK'ê alavek di destê dewleta Tirk a dagirker de ye ku hewl dide bi rêya wê kurdan qir bike û wiha domand: "PDK'ê her tim îdia dike ku Kurd e, lê nêzîkatî û biryarên wê yên li dijî kurdan berovajî vê yekê nîşan didin. Yên ku di navbera kurdan de şer derxîne ew jî kurdîtiya xwe derketine û tu têkiliyên wan bi kurdîtiyê tune ye."

Salha fikarên xwe derbarê tevgerên PDK' yên li herêmên gerîlayan de anî ziman û got, serekftin para gerîla ye û binkeftin para xayîn û dijminan e.

Salha Keleş diyar kir ku ew ê piştevaniya gerîlayan berdewam bikin, li dijî êrişên dagirkirinê yên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyan lidar bixin û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re li dijî kurdan teşhîr bikin. Her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji siyasetên xwe li yên dijî kurdan berde.

'YÊN KU DESTEKÊ DIDIN DIJMIN WEKÎ WÎ NE'

Şêniyê bi navê Nazim Mûsa hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re bi "Sînyaleke xeter" bi nav kir û beriya vê, nakokî û nêrînên jihev cûda di navbera partiyên siyasî yên kurdî de hebûn. Lê negihişt vê asta xeter.

Mûsa îşaret pê kir ku planên Tirkiyê ku hewl dide pêk bîne xeteriyeke mezin li ser kurdan û destkeftiyên ku bi ked şehîdan hatine bidestxistin çêdike.

Têkildarî êrişên PDK'ê yên li ser gerîla û şehîdxistina 7 gerîlayan, Nazim Mûsa diyar kir ku hin alî hewl dide desthilatdariya Kurdistanê bikişînin aliyê xwe û xwestekên wê gihişt sînorê herêmên ku gerîla lê hene û got: "Ev armanc xizmeta berjewendiyên aliyên derve tenê dike, tiştekî kurdan tê de tunene."

Mûsa bi domdarî got: "Em qebûl nakin ku Kurd bi destê birayê xwe Kurd werin hedefkirin. Divê hin aliyên kurdî gotinên ku Kurdistan parçekirî ye da ku desthilata xwe li ser ferz bikin, nekin. Em gotinên wiha qebûl nakin, ji ber ku Kurdistan yek e, em ê bi hemû derfetên di dest me de parastina wê bikin. Yên ku destekê didin dijmin mîna dijmin in."

Şêniyê bi navê Ebdurehman Hisên êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK'ê ya bi dijminê kurdan re şermezar kir û wiha axivî: "Divê PDK'ê baş bizanibe ku Kurd li hemberî lihevkirinên wê yên bi armanca şikandina îradeya gelê Kurd bêdeng namîne."

Hisên diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Şengalê îsbat kir ku PDK'ê nikara kurdan biparêze û bi bîr xist "PDK'ê xelkê Şengalê di nav lepên çeteyên DAIŞ'ê de hişt û ferman û biryarên xwe ji Ehmed Dawudoglu û Erdogan digire. Divê PDK'ê bi biryarên xwe baş bifikire ji ber ku dê di rûpelên dîrokê de werin nivîsandin û li ser vê dê were muhasebekirin."

Ebdureheman Hisên bang li gelê Kurd kir ku "Xeta demokrasiyê bişopînin, eniyeke hundirîn ava bikin ku destekê bibin gerîla yên ku ji bo Kurd û Kurdistaneke azad şer dikin."

Hisên her wiha bal kişand ser bikaranîna gazên jehrkirî û çekên qedexekirî ji aliyê dewleta Tirk ve û got, armancên PDK û dewleta Tirk negihiştin serî û bi ser neketin.

ANHA