Xeta xiyanetê ya domdar a PDK’ê

Diyardeya xiyanetê ku di dîrokê de di nava gelek civakan de pêk hatiye, li Başûre Kurdistanê jî di xeta PDK'ê de pêk tê. Rêber Abdullah Ocalan têkildarî PDK’ê dibêje “Piştî salên 1990’î Kurdên ku bi Gladioyê re tev digerîn, li ser bingeha tesfiyekirina PKK’ê avakirina Dewleta Federal û Kurdan ji hesabên hegemon ne dûr e.”

Xeta xiyanetê ya domdar a PDK’ê
10 îlon, 2021   01:58
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Diyardeya xiyanetê li Başûre Kurdistanê di xeta PDK'ê de pêk tê. Vê yekê li pey xwe komkujî, xiyanet hiştiye û berdewam dike.

Rastiyeke dîrokî ye ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 1983'yan ve di êrişên PDK'ê de bi awayekî aktîf cih digire û di qetilkirina gerîla û sivîlên li herêmê de bi rolekê radibe. Di vê dosyeya xwe de me helwesta xiyanetê ya PDK'ê û helwesta hevkar a li dijî tevgera azadiyê ya Kurd analîz kir.

Kurdistan ku ji aliyê dewletên hegemon û dagirke ve bûye çar parçe, îro li Rojhilata Navîn xwedî pozîsyoneke gelekî girîng e. Li hemberî vê yekê, PDK berjewendiyên neteweyî dike qurbaniya berjewendiyên malbatî û Başûr vediguherîne qada mêtingeriya dewleta Tirk.

PDK'ê di tevahiya dîroka xwe de polîtîkayek li ser bingeha xwespartina hêzên serdest bi rê ve bir. Bi taybetî ji roja avabûna tevgera azadiyê ya Kurd ve, wek aktoreke sereke ya siyaseta dijmin a li herêmê tev geriya.

DI SALA 1983’YAN DE PÊŞÎ LI DAGIRKERIYÊ HATE VEKIRIN

Dîroka PDK'ê bi xiyaneta li dijî gelê Kurd tijî ye. Êrişên artêşa Tirk ên bi alîkariya hêzên PDK'ê re ji sala 1983'yan ve dewam dikin. PDK ku li dijî PKK'ê û hêzên azadiyê yên Kurd bi dewleta Tirk re hevkarî kir, pêngavên ku rê li ber êrişên li ser Başûr vekir, bi rêxistinên leşkerî û îstîxbaratî yên dewleta Tirk re avêtin.

Di hin deman de dewleta Tirk bi destê PDK'ê derba herî giran li gelê Kurd xistiye. Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) ku di têkoşîna şoreşgerî ya Kurdistanê de bi roleke girîng rabû, di dîroka şoreşa Kurd de yekem kes e ku gerîlatiya modern daye destpêkirin. Dr. Şivan diyar kir ku divê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi têkoşîneke çekdarî were kirin. Di 11'ê Tîrmeh 1965'yî anku salvegera darvekirina Şêx Seîd de, PDK-T ava kir. Lê belê ji aliyê PDK'ê ve di encama komployekê de tê qetilkirin.

Têkildarî siyaseta tesfiyekar û noker a PDK’ê rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Tişta ku anîn serê Dr. Şivan, dê bianîna serê me jî lê em bi hişyarî tev geriyan.”

Êrişa destpêkê ya leşkerî ya artêşa Tirk di sala 1983'yan de bi navê’Operasyona Şopandina Yekser' hate kirin. Di sala 1983'yan de Enqere û Bexdayê li ser ewlekariya sînor û hevkariyekê peyman îmze kir. Li gorî peymanê Bexdayê destûra operasyonê da artêşa Tirk. Li gorî peymanê artêşa Tirk rayeya ku 10 kîlometreyan bikeve axa Başûr, bi dest xist.

Tevî ku dewleta Tirk di salên 1983, 1984, 1986, 1996 û 2000'î de bi desteka PDK'ê bi sedan sivîl qetil kirin jî, PDK bê deng ma. Her wiha di salên 1990'î de peymanên îxanetê yên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re dewam kirin. Bi kûrbûna têkiliyên bi PDK'ê re dewleta Tirk êrişên xwe yên hewayî yên li ser Başûr di Gulana 1992'yan de artêşa Tirk a dagirker li dijî Behdînanê operasyoneke bejahî da destpêkirin. Hema piştî vê operasyona bejahî, di 8’ê Hezîrana 1992'yan de Hoşyar Zêbarî û Talebanî çûn serdana Enqereyê. Piştî hevdîtinên di vê serdanê de, biryara yekîneyên operasyonê yên bi navê "Hêza Çakûç" ên li Başûr, roja 28’ê Hezîranê di danişîna meclisa Tirkiyê (TBMM) de hate dayîn. Ji wê demê ve artêşa Tirk li gelemperiya Başûr navendên dagirkeriyê ava kirine.

PDK RASTERAST TEV LI ŞER BÛ

5’ê Tebaxa 1991'an PDK'ê li dijî PKK'ê dest bi şer kir û rasterast li cem dewleta Tirk sekinî. Êrişa Xakurkê ya di sala 1992’yan de ji aliyê serfermandarê Tirk ê wê demê Dogan Gureş ve hat destpêkirin û hêzên PDK'ê jî tê de cih girt. 21'ê Adara 1995'an, Gulana 1995'an, Nîsana 1996'an, Gulana 1997'an, Tîrmeha 1997'an û heta roja îro PDK'ê di êrişên dewleta Tirk de bi hevkariya xwwe li dijî gelê Kurd bi rengekî aşkera bi rola xayintiyê rabû.

Her wiha di 16'ê Gulana 1997'an de hêzên PDK'ê li gel leşkerên Tirk li Başûr di bin navê "Hêza Aştiyê" de bi dehan kesên bêparastin li Hewlerê di êrişa li dijî gelek saziyan de, qetil kirin û di nav de endamên Heyva Sor hebûn.

Di vê êrişa PDK'ê ya li dijî Tevgera Azadiyê de 52 kadro û xebatkarên PKK'ê ku piranî jê gazî û birîndar bûn ,hatin qetilkirin û gelek kesên hatin girtin jî, careke din agahiyek jê nehate wergirtin. Di vê serdemê de bi qasî 80 kesên bêçek ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin.

DAGIRKERÊN KU DESTEKÊ JI PDK’Ê DIGIRIN, ÊRIŞÊN XWE DIDOMÎNIN

Artêşa Tirk ji sala 1983’yan ve li dijî Başûr zêdetirî 30 operasyon dan destpêkirin û piştî sala 2017’an veguherîn operasyonên dagirkeriyê. Bi desteka PDK’ê artêşa Tirk îro jî van êrişên dagirkeriyê didomîne.

Hêzên Zêrevanî û Gulan ên PDK'ê di 23’yê Nîsanê de bi rengekî çalak tev li dagirkeriya artêşa Tirk a li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bûn. Van hêzên PDK'ê ku bi artêşa Tirk re tev digerin, cihên ku ev 40 sal e qet neketinê, ji bo ku tevgera PKK'ê asteng bikin, gelek deveran baregeh çêkirine û agahiyên îstîxbaratî bi dewleta Tirk re parve kirin û di qetilkirina gelek gerîlayên PKK'ê de rol lîst.

Her wiha li gorî nûçeya ku di malpera www.lekolin.org de roja 20’ê Tebaxê hate weşandin, pêşmergeyên PDK'ê vekişiyan û anîn Navenda Pêşmergeyên ya Xalanî. Di çapemeniyê de jî hat ragihandin ku PDK di vê civîna bilind de ber bi cihê gerîlayên HPG'ê ve operasyoneke nuqteyî plan dikir û di vê çarçoveyê de ev hêz veguhastine.

KCK'ê gelek caran PDK hişyar kir. KCK'ê li dijî planên dewleta Tirk hişyarî da û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd tune bike. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di 27’ê Çileya 2021'an de bû mêvanê weşana taybet a Stêrk TV û got: "Daxwaza me ji PDK'ê ew e ku sîxuriyê ji Tirkiyê re neke. Bila xizmetê ji siyaseta qirkirinê re nekin. Divê ew soz bidin ku dê vê nekin. Dema soza vê bidin, dê çareserkirina hemû pirsgirêkan hêsantir be.”

PDK'ê ku ji bo van hemû bangewaziyan tenê bersivek jî neda. HPG agahiyên ji çavkaniyên herêmî wergirtine, parve kirin û diyar kir ku yekîneya bi fermandarê eyaletê yê Xakurkê Serwer Serhat re ku 26’ê Tîrmehê ji herêma Metîna diçû Xakurkê, hatiye dorpêçkirin û dema ji Xelifanê derbas dibûn têkiliya bi gerîlayan re qut bûye. Hêzên PDK'ê dor li komê girt û êriş kirin û di encamê de hin gerîla şehîd bûn û hin jî birîndar bûn. Heta niha ji PDK'ê li ser aqûbeta gerîlayan daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

PDK’Ê MIROV REVANDIN

PDK ne tenê li dijî PKK'ê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, di heman demê de hedef dike ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake.  PDK'ê ku li dijî şoreşa Rojava bi dewleta Tirk re hevkarî kir, endamên PYD'ê Mistefa Osman Xelil û Mistefa Ezîz Mistê di 29’ê Tîrmehê de ku di 10’ê Hezîranê de revandibûn, serbest berdan. Heta niha tu agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen ku tevî Xelîl û Mistê hatibûn revandin, nehatiye girtin. Revandinên PDK'ê yên dawîn, çalakiyên JÎTEM'ê yên li Tirkiyê yên sala 1994'an tîne bîra mirov. Li gel hewldan û daxuyaniyên Rêveberiya Xweser jî, PDK'ê daxuyaniyek bi tenê jî nedaye.

Heman rûyê kirêt ê PDK'ê li hember 3 endamên RJAK’ê jî xuya bû. Endamên RJAK'ê Xewla Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen ku hatibûn revandin, di 6’ê Îlonê de piştî 33 rojan hatin berdan. Ciwana Ebdulbaqî ya di destê PDK'ê de jî, nehatiye berdan û tu daxuyanî têkildarî aqûbeta wê nehatine dayîn.

Xeta îxanetê ya PDK'ê tenê bi van re sînordar nîn e. HPG'ê diyar kir ku roja 4’ê Îlonê 7 gerîla dema ku hewl dida ava Zapê ya li nêzî herêma Xelîfanê derbas bikin, ketin kemînê û ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin şehîdkirin.

HPG'ê diyar kir ku vê êrişê ji edalet û wijdana gelê Kurd re dihêlin û wiha da zanîn: “Em wê ji edalet û wijdana tevahiya raya giştî re dihêlin ku PDK  ji bo êriş û komkujiyên mêtinger û faşîst ên dewleta Tirk ên li dijî gelê me û hêzên me, dibe şirîk."

Her wiha KCK'ê der barê êrişa dawîn de wiha diyar kiribû: "Helwesta PDK'ê êrişên dewleta Tirk teşwîq dike. PDK bi êrişên xwe yên li hemberî gerîla re hevkarê konsepta dewleta Tirk a tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Em bang li gelê Kurd û raya giştî dikin ku helwesteke zelal nîşan bidin."

Artêşa Tirk ku di êrişên dagirkeriyê yên dawîn de li Başûr tu pêşketin bi dest nexistiye, li herêmên ku pêşketin lê bi dest nexistiye PDK'ê bi kar tîne û li dijî gerîla komkujiyan pêk tîne. Li hember van qetlîaman gelê Kurd bang dike ku PDK tavilê dest ji vê helwesta xwe berde û divê PDK tavilê bersivê bide van bangewaziyan.

Têkildarî xeta nokeriyê ya PDK’ê rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Ji serî ve PDK bi Îsraîlê re parelel û bi NATO`yê ve girêdayî tevgeriya û li tevahiya Kurdistanê weke rêxistineke kontrolê destek dane û ev tespît êdî misoger e. Mirov dikare bibêje, di bin destê Gladîo`yê de ye, nexasim ji salên 1961`ê ve bi desteka Gladîo`ya Tirk jî bi sîlek kirin û teşwîqî serîrakirinê kirin. Paşê bi gelek belgeyan wê îspat bibe ku bi rêya Şahtiya Îranê heman aîkariyê dewam kiriye. Ango bi riya PDK`ê mudaxeleyî komên çepgir ên li Kurdistanê kirin û girîng e ku mirov tespît bike, ev bi desteka neyekser a Galdîo çêbûye.”

 ‘HEWLDANÊN TÊKETINA NAVA PKK’Ê DI SER PDK’Ê RE PÊK HATIN’

Rêber Abdulah Ocalan dibêje: “Divê mirov şer û têkiliyên bi PDK`ê re bi tenê weke bûyerên hêzên ewlekariya hundir ên Tirk rê dide ber wan nebîne, mirov di çarçoveya polîtîkayên Îsraîl û Gladîo`ya NATO`yê de li wan biêre gelekî girîng e. Di sala 1986`an de rêxistinên JITEM û Hîzbullahê ji nû ve hatin aktualîzekirin û herdu rêxistin di heman çarçoveyê de bi erk û rayeyan hatin gurçûpêçkirin. Di navbera hêzên DYE, NATO, Gladîo, hêzên ewlekariya hundir a Tirk û PDK`ê de koordînasyonek hat pêkanîn. Hîzbullahê hem ji Îranê hem jî ji polîtîkayên Îslamî ynê Erebistana Siûdê xwest sûdê werbigire. Di vê demê de  bi destê PDK`ê kes xistin nava PKK`ê.”

Rêber Abdullah Ocalan di’Çareseriya Pirsgirêka Kurd û Neteweya Demokratîk’ de wiha dibêje: “Di çarçoveya PDK`ê de hewl dan pêkhatineke bi heman rengî ya Kurdên Spî ava bikin. Heman navendê hem ji Tirkan hem jî ji Kurdan du hêzên wekhev lê xwedî nakokî diafirandin û ev jî ji bo hebûna wan (di serî de DYE û Ingilîstan, ji bo berjewendiyên Rojava yên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn û ewlekariya Îsraîlê) heyatî û girîng bû. Ya rastî, ji bo berjewendiyên wan ên li heêrmê, polîtîkayeke têra xwe aqilane ye; du hêzên bi xwe ve girêdayî çêdikin û hêzên behsa wan jî tê kirin timî di nava nankokiyan de ne. Bi derketina holê ya PKK`ê, ev dekûdolabên têra xwe dîrokî û ewqasî jî rojane xira dibû. Derfetên çareserî û aştiyê di sala 1993 û 1998`an de derketin holê, dihatin wê maneyê, dekûdolabên hêzên hegemonîk bi dawî dibû. Ji lewra destûr nedan şêwazekî bi vî rengî yê çareseriyê. Reşkujî û komployên mezin pêk anîn. PKK`ê Kurd ji kontrolê derdixistin û di serî de Tirk bi dewlet û komên din re li hev dianîn û ev jî dibû derbeke stratejîk li berjewendî û dekûdolabên van hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn diket. Ev xusûsên ku em ê karibin sedemên wan bi awayekî berfireh rêz bikin, têrê dikin ku îspat bikin, çima komploya 1998`an ewqasî xwedî armancên stratejîk û mezin bû.”

 ‘JI BO KU PKK’Ê TESFIYE BIKE, GLADIOYÊ PDK BI KAR ANÎ’

“Ji salên 1990`î ve Kurdên bi Gladîo`yê re ketin nav liv û li ser bingehê tesfiyekirina PKK`ê Dewleta Federe ya Kurd pêk anîn li derveyî van hesabên hegemonîk, stratejîk nînin.

Jixwe bi awayekî yekgirtî bi sre PKK`ê de hatin û ev jî vê rastiyê gelekî baş reva dike. Di salên 2000`î de yek ji armancên herî girîng ên pêngava duyemîn şerê Kendavê bi awayekî mayînde li Iraqê avakirina kakilê dewleta netewe ya Kurd bû. Hêzên biryara vê dan û pêk anîn, heman hêz in k udi sedsala dawî de Kurdistan parçe kirin û timî din ava sînorên tevkujiyê de hiştin. Hesabên sîstemê pêdiviya xwe bi çi hebin an jî çi ferz bikin, ew têne kirin.”

ANHA