Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin

Di çarçoveya çalakiyên bi diruşma "Werin Cenga Azadiyê" de, Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn li keleha Ceber a li Tebqayê li dar xist.

Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
Mîhrîcna Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan li Tebqayê  hate lidarxistin
9 îlon, 2021   21:11
TEBQA

Mîhrîcana Şehîd Stêrvan a Sêyemîn a li ser Tebqa, Reqa, Minbic, Dêrazorê bi diruşma "Bi rengên jina ciwan em ê şoreşa çandê geş bikin" dest pê kir.

Nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, saziyên ciwanan, bi sedan şêniyên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Minbicê beşdarî bûn.

Axaftina destpêkê ya mîhrîcanê ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Şeza El-Hisên ve hate kirin. Şeza banga deqeyeke rêz ji bo bîranîna şehîdan kir.

Bi navê Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê endama rêveber a yekitiyê Avesta Xabûr axivî, mîhrîcan li jinên ciwan pîroz kir û got: "Em ê xeta têkoşînê berdewam bikin heya ku civakeke demokratîk û azad ava bike."

Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya Xûd Îsa El-Elî jî bal kişand ser têkoşîna jinan li hemberî DAIŞ'ê û diyar ku di pêngavên li dijî DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jinan pêşangtî kir û ji bo azadiya xwe û gelê xwe bi hezaran şehîd dan û hîna jî didin.

Bi navê YPJ'ê ji fermandar Dilmav Xabûr di kesayeta şehîd Stêrvan Xemgîn de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û wiha domand: "Em soz didin jinan ku em ê wan zihniyeta kapîtalîst xils bikn û nifşekî li ser fikirê neteweya demokratîk ava bikin."

Piştre nameyên pîrozbahiyê yên mîhrîcanê hatin xwendin.

Piştre jî hunermend Yasmîn Mihemed a ji Tebqayê stran, Koma Govendên Kurdî ya ji Minbicê, Koma Hunerên Gelêrî ya Tebqayê, hunermenda ciwan Qemer a ji Minbicê, Koma Botan a Tirman a ji Minbicê, hunermend Munetullah a ji Reqayê, Koma Malbatên Şehîdan a ji Reqayê, Koma Govendê ya ji Dêrazorê, Komên hunera şer a Taekwondo ya Minbic û Reqayê hunerên xwe pêşêkş kirin.

Di dawiyê de xelat dane beşdarên mîhrîcanê.

ANHA