Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê Dera El-Beled kontrol kir

Rojnameyên erebî vê sibe der barê geşedanên dawîn ên li Derayê, karûbarên Lîbyayê û hilbijartinên Mexribê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê Dera El-Beled kontrol kir
9 îlon, 2021   07:33
NAVENDA NÛÇEYAN

HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ DERA EL-BELED KONTROL KIR

Têkildarî vê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gorî lihevkirina bi navbeynkariya Rûsyayê hêzên hikumeta Şamê duh ketin Derayê dergûşa opozîsyonê ya li başûrê Sûriyê.

SANA`yê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina ku hikumetê pêkêş kiriye de yekîneyên artêşa Sûriyê vê sibê ketin herêma Dera El-Beled û ala Sûriyê li ser navenda lihevhatinê ya li taxa Erbeîn hat daliqandin.

SANA`yê destnîşan kir ku yekîneyên artêşê piştî ku ketin taxa Dera El-Beled nuqteyên xwe danîn da ku li çekan bigerin, tonelên ku çekdaran li hemberî hêzên hikumetê di dirêjahiya şer de bi kar dianîn, bibînin.

SANA`yê got di çarçoveya pêkanîna lihevkirina ku hikumetê pêşkêş kiriye de, xebatên radestkirina çekan û çareserkirina rewşa bi dehan çekdarên ji Dera El-Beled beriya du rojan ji nû ve destpê kirin.

Rûsya di dirêjahiya meha borî de pêşengiya dan û standinan kir da ku her du alî li hev bikin. Di vê çarçoveyê de 70 çekdarên opozîsyonê ji bajêr ber bi bakurê Sûriyê ve anku herêmên di bin kontorla komên çekdar de derketin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) û çalakvanan hîna bi dehan çekdarên xwecih xwe li nava taxekê bajêr û kampê asê kirine û li bendê ne çareserkirina rewşa xwe ne.” 

EL-DEBÎBE HEWL DIDE JI ALOZIYA BI TÛNISÊ RE BIDE XELAS BIBE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê hikumeta Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe xwe kir tengasiyekê dema êrişî Tunisê kir û wê bi jêdera terorê bi nav kir. Her wiha hewl dide xwe ji vê tengasiyê derxe.

El-Debîbe ragihand ku dê pêncşemê serdana Tunisê bike û bi serokê wê Qeys Seîd re bicive beyî ku tu ragihandineke berê ya vê serdanê hebe. Çavdêran gotin El-Debîbe ji vê serdanê armanc dike, tengezariya ku beriya çend rojan derketiye, ji holê rake.”

RÊJEYA DENGDAYÎNÊ DI HILBIJARTINÊN GIŞTÎ YÊN MEXRIBÊ DE GIHAŞT JI SEDÎ 50.18

Rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Wezareta Karûbarên Hundir a Mexribê got rêjeya dengdayînê di hilbijartinên parlamentoyê û yên herêmî de gihaşt ji sedî 50.18. Ev rêje ji hilbijartinên sala 2016`an zêdetir e.

Tê payîn di çend satên bê de encamên wê werin ragihandin. Li gorî çavdêran îhtîmal heye ku Partiya Edalet û Tenmiye van hilbijartinan ji dest bide.”

(şx)