Hêzên berxwedanê ji sedî 65 ji axa Pencşêrê bi dest xistine

Berdevkê eniya berxwedanê Elî Nîzarî got, çekdarên eniya berxwedanê ji sedî 60-65 ji axa Pencşêrê xistin bin kontrola xwe.

Hêzên berxwedanê ji sedî 65 ji axa Pencşêrê bi dest xistine
9 îlon, 2021   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê eniya berxwedana Efganistanê Elî Nîzarî ji CNN`ê re got, çekdarên eniya berxwedanê ji sedî 60-65 ji axa parêzgeha Pencşêrê xistin bin kontrola xwe.

Nîzarî diyar kir ku hemû nuqteyên stratejîk li Pencşêrê di bin serweriya wan de ne.

Li gorî Nîzarî, di şerên di navbera hêzên berxwedanê û tevgera Talîbanê de zirarên mezin gihane tevgerê.

(cx)