Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Til Temîrê diyar kir ku her çiqas biryara Neteweyên Yekbûyî ya parastina perwerdeyê ji êrîşan hebe jî artêşa dagirker a Tirk wekî her car wan qanûnan binpê dike.

Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibinstanan hedef digire
9 îlon, 2021   06:01
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di dawiya Gulana 2020`an de 9`ê Îlonê rojan navneteweyî ya ji bo parastina perwerdeyê ji êrişan ragihand. NY`yê li ser bingeha biyareyekê ku mafê perwerdeyê û girîngiya misogerkirina hawîrdorên ewle yên perwerdeyê di rewşên awarte û şer de ev biryar da.

Roja Parastina Perwerdeyê ji êrişan a navneteweyî ji aliyê 63 dewletan ve hat erêkirin. Armanca wê ew e ku azarên bi miloynan zarokên ku ji ber nakokiyan bandor bûne û pêwîstiya wan a lezgîn bi perwerdeyê hene ragihînin civakê.

Komeleya giştî tevahiya êrişên li dijî dibistanan û bikaranîna wan ji bo hedefên leşkerî şermezar kirin û got êriş li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ruxmî wê jî dewleta Tirk van qanûnan bin pê dike û dibistan veguherandine baregehên leşkerî ku tê de sûcan pêk tîne.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bajarên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, zarok ji mafên xwendinê bê par man. Heman senaryo li Til Temirê jî dubare dibe ku ji beriya demekê ve bi êrişên artêşa Tirk re rû bi rû ye û bi hezaran sivîl neçarî koçberiyê kiriye. Têkildarî vê yekê hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Herêma Til Temir Ebdurezaq El-Kinêhir axivî û got: “18 dibistanên girêdayî Navenda Perwerdeyê ya Til Temirê hebûn ku jêderên perwerdeyê bûn. Lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirin, veguherîn çavkaniyên topban.

ꞌDAGIRKER DIBISTANAN HEDEF DIGIREꞌ

El-Kinêhir bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanebûn dibistanan hedef digirin, ev yek me di hedefgirtina dibistana El-Kozeliyê de dît ku dagirkeriyê destpêkê dîwarê dibistanê hedef girt, piştre jî hilweşand. Hemwextî vê yekê jî gelek dibistanên din ên li gundê Bab El-Xêr, Ebûş û dibistanên li navçeya Zirganê hedef girtin."

ꞌKANÎN DEWLETÊN KU LI SER PEYMANÊ ÎMEZE KIRIN Û JI BO PARASTINA PERWERDÊ ROJEKE CÎHANÎ VEQETANDꞌ

El-Kinêhir ev pirs kir: "Dema ku em dibêjin 63 dewletan li ser qanûnê îmze kiriye, ev tê wateya ku hêzeke mezin li pey parastina avahiyên perwerdê ne, lê tişta ku em dibînin ew e ku dewlet nikarin heta bi daxuyaniyekê jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî zarokan pêk tîne, şermezar bikin. Ev jî isbat dike ku biryarên NY`yê li ser kaxizan e û tenê parastina berjewendiyên dewletên mezin dike."

ꞌUNICEF Û DEWLETÊN PEYWENDÎDAR BERPIRSÊN PARASTINA PERWERDEYA LI HERÊMÊN MEꞌ

El-Kinêhir ev bang kir: "Di Roja Parastina Perwerdê ji êrişan a navneteweyî de em bang li aliyên peywendîdar û UNICEF`ê dikin ku komîteyeke eşkerekirina rastiyan bişîne herêmê û sûcên dewleta Tirk ên li dijî perwerdê û avahiyên perwerdê pêk tîne, belge bikin ku navendên perwerdeyê veguherandina baregehên leşker."

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên herêma Til Temir Ebdurezaq El-Kinêhir îşaret bi parastina avahiyên perwerdê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê zextê li dagirkeriya Tirk bikin ku sûcên xwe bisekinîne, her wiha ji axa Sûriyê derbixin da ku zarok vegerin dibistanê."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4PMqXozSYys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>