​​​​​​​QSD’ê li Dêrazorê şaneya ku gef li şêniyan dixwar û şantaj dikir girt

QSD’ê li Dêrazorê 3 kesên gef li şêniyan dixwarin, şantaj dikirin, fîdye û pere ji wan dixwestin, girtin.

​​​​​​​QSD’ê li Dêrazorê şaneya ku gef li şêniyan dixwar û şantaj dikir girt
8 îlon, 2021   20:49
DÊRAZOR

QSD’ê îro li Dêrazorê 3 endamên şaneyê bi navên (Z.X-B.E û M.C) girtin. Wan her sê endamên şaneyê, şênî şantaj dikirin, fîdye ji wan dixwestin û gefên qetilkirinê li şêniyan dixwarin heke pereyan nedin.

Çavkaniyekî leşkerî ji bajarokê Zîban ê 50 kîlometre dikeve rojhilatê Dêrazorê got ferdên şaneyê gefên qetilkirinê li şêniyan dixwarin heke pereyan nedin.

Çavkanî da zanîn ku her sê endaman li xwe mikur hatin ku wan 8 kiryarên şantajê li bajarokê Zîban kirine, her wiha li xwe mikur hatin ku wan kesên dewlemend ku red kirine pereyan ji bo zekatê bidin, îşkence kirin.

Çavkanî bi bîr nexist ku kesên hatine girtin têkiliya xwe bi şaneyên DAIŞ’ê re hene yan na, tevî ku komkirina pereyan bi navê zekatê ji rêbazên şaneyên DAIŞ’ê ye.

QSD’ê çekên qilêş, dabanceyek û telefûnên wan endamên şaneyê desteser kirin, di telefonên wan de dosya û qeydên tên îsbatkirin ku têkiliyên bi sivîlan re ji bo dayîna pereyan û gefên qetilkirinê hene.

(eh)

ANHA