Di girtîgehên Îsraîlê de nakokî û li Xezayê rageşî

Di gelek beşên girtîgeha "El-Negev" a çolistanê de di navbera dîlgirtiyên filistînî û hêzên Îsraîlê de li ser paşxaneya hemleya tengavkirinê ya Îsraîlê li ser dîlgirtiyan piştî reva hin dîlgirtiyan ji girtîgeha Gilboa rageşî çêbûn.

Di girtîgehên Îsraîlê de nakokî û li Xezayê rageşî
8 îlon, 2021   20:15
XEZA

Li gorî raporan, di girtîgeha "El-Negev" de nakokî çêbûn, dîlgirtiyên filistînî gelek odeyên girtîgehê şewitandin. Ew yek jî li ser paşxaneya biryarên Îsraîlê yên tengavkirina dîlgirtiyan pêk hat.

Lê Îsraîl jî hêzên xwe ji bo zeftkirina girtîgehan xurt dike, di gel wê jî lêgerîna li ser 6 dîlgirtiyên girtîgeha Gilboa berdewam e.

Ji ber reva dîlgirtiyan, Îsraîl hewl dide cihê dîlgirtiyên "Cîhad El-Islamî" biguher û wan ji hev cuda bike, da ku careke din nerevin.

Nûçegihanê me yê li Xezayê, bi bîr xist ku ji bo piştevaniya dîlgirtiyan li Xezayê xwepêşandan hatin lidarxistin û komên Filistînê; Hemas û Cîhad El-Îslamê hişyarî da ku bilindbûna tengavkirina dîlgirtiyan dê bi xwe re rageşiyeke bilind bîne.

Li gorî çavkaniyên filistînî, di navbera ciwanên filistînî û artêşa Îsraîlê li gelek herêmên Xezayê rageşî çêbûn.

(fr)