Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê bi şandeyeke Rûsyayê re civiya

Şandeyeke Rûsyayê îro serdana stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê kir û bi Desteya Enerjiyê re civiya.

Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê bi şandeyeke Rûsyayê re civiya
7 îlon, 2021   12:51
HESEKÊ

Di civînê de rewşa stasyona Elokê hate nîqaşkirin. Civîn li ber çapemeniyê girtî pêk hat.

Çavkaniyekî ragihand ku Desteya Enerjiyê bi şandeya Rûsyayê re negihîşt tu rêkeftinekê. Li gorî çavkanî, desteyê piştrast kiriye ku ew pabendî lihevkirinê ye, lê dewleta Tirk lihevkirinê binpê dike.

Li gorî hevpeymana sala 2020`an, Desteya Enerjiyê kehrebeyê dide stasyona Elokê da ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bihêlin av bigihêje Hesekê.

Heman çavkanî piştrast kir ku şandeya Rûsyayê ji Desteya Enerjiyê re piştrast kiriye ku ew ê sibê serdana stasyona Elokê bike da ku bihêle dewleta Tirk li gorî hevpeymanê tev bigere.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uxJmANqEJDg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>