Heyva Sor a Kurd: Xeterî zêde dibe divê gel tedbîr bigire

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara mirî û pêkhateyên vîrusa Koronayê roj bi roj zêde dibin. Heyva Sor a Kurd diyar kir ku rewş ber bi xeteriyê ve diçe û bang li şêniyan kir ku tedbîran bigirin.

Heyva Sor a Kurd: Xeterî zêde dibe divê gel tedbîr bigire
7 îlon, 2021   13:32
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hejmara mirî û pêketiyên vîrusa Koronayê (Covid-19) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di pêla 4'an a koronayê de hemû temem pê dikevin. Li gorî daneyên dawî yên Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêkhateyan li herêmê gihaştiye 21 hezar û 312 kesî û hejmara miriyan bû 798.

/kr/uploads/files/2021/09/07/133327_dsc_0003.webp

Têkildarî mijarê bijîşkê zarokan û endamê Heyva Sor a Kurd Sexer Elîka ji ajansa me re diyar kir ku rewşa vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştiye qonaxa metirsiyê û roj bi roj hejmara pêketiyan zêde dibin.

Elîka da zanîn ku hejmara nexweşên ku pêwîstiya wan bi nexweşxaneyan heyne nexweşên ku jiyana xwe ji dest didin bilind dibe û wiha dom kir: “Di vê rewşê de jiyana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve asta xeteriyê de.”

Li ser pêketina çîna zarokan bi Koronayê Elîka destnîşan kir ku sala perwerdeyê li Bakur û Rojihilatê Sûriyê wê dest pê bike divê hayê malbatên ji zarokên wan hebin û wan li ser baqijî û tedbîrên li hemberî vîrusa koronayê hişyar bikin.

Elîka diyar kir ku divê çi mirovê ku derfet li cem hebe derziya li dijî Koronayê bigire.

Endamê Heyva Sor a Kurd Sexer Elîka di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku di vê rewşa xeter de hişyar bin û tedbîrên ji bo parastina ji vîrûsa Koronayê bi cih bînin û wiha dewam kir: “Di nav tedabîran de ya herî girîng bikaranîna maskan, dûrketina ji kombûnê. Her wiha ji bo parastinê ji baqijiyê û şûştina destan hişyar bin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gC1rksJiYHQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

/kr/uploads/files/2021/09/07/133341_22674a17-54e9-4e47-949d-acad815afaf9.webp