​​​​​​​Balafirên Rûsyayê baregehên Tehrîr El-Şamê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê 6 caran herêmên li gundewarên Idlibê ku tê de kampên koçberan, navend û cebilxaneyên ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ hene, bombebaran kirin.

​​​​​​​Balafirên Rûsyayê baregehên Tehrîr El-Şamê bombebaran kirin
7 îlon, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê 6 êriş li dijî kargeha kevir a El-Hebat û herêma Broma yên rojavayê herêma Merat Misrîn a bajarê Idlibê pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) herêma ku balafirên Rûsyayê bombebaran kiriye; kampên koçberan, baregeh û cebilxaneyên Heyat Tehrîr El-Şam lê hene.

Hate zanîn ku di encama bombebaranê de, li Kampa Meryem a derdora Meret Misrîn birîndar hene.

(dm)