Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê kir

Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya şaxa "Ewlehiya Dewletê" ya di navbera bajarokên Mehca û El-Micêdil a li gundewarên bakurê Derayê kir.

Çekdarên nenas êrişî nuqteyeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê kir
7 îlon, 2021   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas êrişek li dijî nuqteyeke kontrolê ya şaxa "Ewlehiya Dewletê" ya hikumeta Şamê, pêk anî û di encamê de gelek kesên li nuqteya kontrolê hatin kuştin.

Ji aliyekî din ve jî, li nuqteya kontrolê ya şaxa "Ewlehiya Leşkerî" ya hêzên hikumeta Şamê ya li herêma Izra ya li bakurê Derayê, 2 welatî hatin girtin. Lê sedema girtinê hîna ne diyar e.

Her wiha hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê hemwelatiyekî taxa El-Eliyê ya bajarê Casim li avahiya Penaberî û Pasportan ya li bajarê Derayê girtin.

Li seranserî bajarê Derayê aramî berdewam e, bi taybet herêma Dera El-Beled.

(dx)