Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê îro bi xwepêşandanekê nerazîbûna xwe ji xiyaneta PDK'ê re nîşan da û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê şermezar kirin
7 îlon, 2021   11:33
HESEKÊ

Bi sedan şênî, endamên Ciwanên Şoreşger û Kongreya Star beşdarî xwepêşandanê bûn û sûcên dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Xwepêşandêr li ber nivîsgeha Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat(PYD) Ebdulxenî Oso kiryarên xiyanetê yên PDK'ê yên li dijî gelê Kurd û Hêzên Parastina Gel (HPG), her wiha beşdarbûna hêzên PDK'ê di dorpêçkirina gerîla de û piştgiriya artêşa Tirk, şermezar kirin.

Ebdulxenî Oso anî ziman ruxmî ku êrişî gerîla kir û hin ji wan şehîd bûn jî, lê ne gengaz e ku gerîla zirarê bide ewladên gelê Kurd.

Oso destnîşan kir ku divê gelê Kurd li kêleka berxwedana HPG’ê bisekine û bi vê yekê dê bersiva xiyaneta PDK`ê were dayîn.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h7i353JNKH0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>