HPG: Dewleta Tirk qada Werxelê bi gazên jehrî bombe kiriye

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê ragihand dewleta Tirk qada Werxelê ya herêma Avaşînê 18 caran bi teqemenî û gazên bi jehr bombebaran kiriye, hewldana dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin hatiye şikandin.

HPG: Dewleta Tirk qada Werxelê bi gazên jehrî bombe kiriye
7 îlon, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniya niviskî de hate gotin qada Werxelê 18 caran bi teqemenî û gazên kimyewî hatiye bombebarankirin.

Daxuyanî wiha ye:

''Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herema Avaşînê;

5'ê Îlonê saet di navbera 19:30 û 21:00'an de û 6'ê Îlonê di navbera 07:30 û 19:45'an de artêşa Tirk a dagirker 18 caran bi teqemenî û gazên bi jehr Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kirine.

Piştî bombekirinê dagirkeran xwestine ku ber bi Qada Berxwedanê ve bi pêş ve biçin, piştî ku berxwedêrên Werxelê mudaxele kirine bêyî ku encamekê bigirin vekişiyane. Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê ve Qada Berxwedanê ya Werxelê bi gazên kîmyawaî bombe dike.

Li ser Qada Berxwedanê tevgereke zêde ya dronan û balafirên keşfê hene.

6'ê Îlonê saet di navberaa 11:30 û 13:00'an de derdora gundên Banîk û Minînê yên Heftanînê bi obûs û hawanan hatine bombekirin.

6'ê Îlonê saet di navbera 22:30 û 00:00'an de li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkoptêran çêbûye. Heman rojê derdora gundên Dêşîşê û Serarû yên navçeya Kanî Masî ya navçeya Amediyê û Kela Qumriyê, Qadên Koordîne bi helîkoptêran hatiye bombekirin.

6'ê Îlonê saet di navbera 22:30 û 00:00'an li Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman a herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye.  Eynî saetan qada Geliyê Basta bi êrîşên helîkoptêran hatiye bombekirin.''