​​​​​​​2 endamên RJAK’ê hatin berdan

Duh êvarê endam û rêveberên RJAK`ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hîna girtî ye.

​​​​​​​2 endamên RJAK’ê hatin berdan
7 îlon, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin.

Endam û Rêveberên RJAK’ê 5’ê Tebaxê li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên binçavkirin. Ji dema ku hatine binçavkirin heya niha agahî ji endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen nedihate girtin.

Piştî 33 rojan duh êvarî endam û rêvebe rên RJAK Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan. Derbarê mijarê de ti daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.

(cx)