​​​​​​​Serokerkanê Îsraîlê: Operasyonên me ji bo sînordarkirina hebûna Îranê ne

Rayedarekî Îsraîlê got operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li herêma Rojhilata Navîn ji bo sînordarkirina hebûna Îranê ya li herêmê ne.

​​​​​​​Serokerkanê Îsraîlê: Operasyonên me ji bo sînordarkirina hebûna Îranê ne
7 îlon, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokerkanê Îsraîlê Aviv Kochavi ragihand ku operasyonên wan ên li dijî Îranê yên li Rojhilata Navîn berdewam in. Her wiha got heke biryar hat dayîn ku êrişî Îranê were kirin, artêşa Îsraîlê gelek plan amade kirine.

Aviv Kochavi got ew bi encamên derbeyên Îsraîlê yên li Sûriyê û qadên din serfiraz e.

Kochavi di hevpeyvîneke li gel malpera Walla ya Îsraîlê de got: "Heke li ser asta siyasî biryar hat dayîn ku êrişî Îranê were kirin, artêşa me gelek plan amade kirine."

Kochavi wiha domand: “Operasyonên me gelek armancên xwe hene. Lê ya sereke sînordarkirina hebûna Îranê li Rojhilata Navîn e, bi taybet li Sûriyê û deverên din jî. Ew operasyonên ku li gelek deverên Rojhilata Navîn pêk tên, li dijî Hemasê, Hizbullahê û îraniyan in.”

Kochavi got serkeftina herî mezin sînordarkirina hebûna Îranê û cebilxaneya wê ya li qada bakur e û destnîşan kir ku sala bê dê tijî astengî be, ji ber ku artêşa Îsraîlê li gelek qadan çalak e.

Balafirên Îsraîlê bi sedan derbeyên hawayî li dijî nuqteyên alîgirên Îranê yên li Sûriyê pêk anîne. Hikumeta Îsraîlê gelek caran ragihand ku ew rê nade bicihbûna Îranê li Sûriyê.

 (şx)