Li çolistana Sûriyê 6 çekdarên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê di encama êrişa çeteyên DAIŞ`ê de 6 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û 8 din jî birîndar bûn.

Li çolistana Sûriyê 6 çekdarên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin
7 îlon, 2021   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ruxmî ku balafirên şer ên Rûsyayê bi dijwarî şikeft û nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê bombebaran dikin, lê êrişên çeteyên DAIŞ`ê li deverên cuda yên çolistana Sûriyê yên li dijî nuqte û wesayîtên leşkerî yên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê berdewam in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên DAIŞ`ê di çend saetên dawîn de li çolistana Sexne yê gundewarê rojhilatê Humsê li nêzî sînorên parêzgeha Dêrazorê, êrişek pêk anîn. Di encamê de di navbera wê û hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê de şer derket.

Ji ber şer 6 endamên komên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin û 8 din jî birîndar bûn.

(şx)