Rêxistina Sara qetilkirina zarokeke astengdar şermezar kir

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ya Hesekê, bûyere qetilkirina zarokeke astengdar şermezar kir û banga hesabxwestinê kir.

Rêxistina Sara qetilkirina zarokeke astengdar şermezar kir
7 îlon, 2021   09:49
HESEKÊ

Di 1`ê Îlonê de li malekê li taxa Mişêrfe ya bakur rojavayê Hesekê zaroka astengdar bi navê Aye El-Hecîc bi amûreke tûj rastî êrişê hatibû. Aye duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir.

Daxuyanî bi tevlêbûna endamên rêxistinê û Kongreya Star li pêşiya navenda Kongreya Star a li taxa Til Hecir ji aliyê endama Rêxistina Sarayê Lêlan Mirî ve hat xwendin.

Rêxistinê di dauxyaniya xwe de diyar kir ku hişmendiya desthildar her ku diçe mezintir dibe û rojane bûyerên tundiyê pêk tên û got: “Qetilkirina Aye îsbata vê yekê ye.”

Rêxistina Sara di daxuyaniya xwe de ev sûc şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku sûcdaran ceza bikin.

(şx)

 ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/be6SP_B8tdE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>