HAT’ê serçeteyê şaneya DAIŞ’ê li Dêrazorê girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li Dêrazorê girt.

HAT’ê serçeteyê şaneya DAIŞ’ê li Dêrazorê girt
6 îlon, 2021   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Di encama berdewama xebata yekîneyên me yên taybet HAT’ê ji bo têkbirina sûcên terorane û serdegirtina endamên terorê de, guman bir ser çeteyekî li bajarokê Ezbe yê rojhilatê Dêrazorê. Lê ew yek piştî xebatên çavdêrî, lêpirsîn, komkirina agahî û belgeyan ku destê wî di piştgiriya çeteyên sûcdar de heye û mayînan diçînin, sivîl û leşkeran digirin pêk hat."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew çete bi kemîneke HAT’ê û bi piştgiriya hawayî Koalîsyona Navneteweyî hat girtin. Her wiha komek ji çek, alavên çêkirina mayînan û dosyayên îsbatkirina tevlêbûna wî ji DAIŞ’ê re hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyê hatiye girtin li xwe mikur hat ku wî gelek êrişên terorane pêk anîne û şaneyên veşartî bi piştevaniya ajandeyên derve bi rê ve birine.

(fr)

ANHA