Rêveberiya Xweser di salvegera avabûnê de careke din banga diyalogan kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pîrozbahiya salvegera 3'yemîn a damezrandinê de banga diyalogan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê kir.

Rêveberiya Xweser di salvegera avabûnê de careke din banga diyalogan kir
6 îlon, 2021   13:53
REQA

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 3'yemîn a damezirandinê şahiyek li hola civînan a Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar xist. Di axaftinên ku di şahiyê de hatin kirin, bal hate kişandin ser destkeftiyên ku rêveberiyê di salên borî de pêk anîne.

Hevserokên desteyên rêveberiya xweser, hevserokên meclisên qanûnsaz û rêveber ên rêveberiyên xweser ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên MSD û şêx û rûspiyên eşîrên herêmê di şahiyê de amade bûn.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş bi erebî û kurdî axivîn.

El-Mihbaş got: "3 sal di ser avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn. Me bi avabûn, pêşxistin û dayînê dest pê kir ku têkoşînên rasteqîn bi hîsên bilind ji berpirsyartî, serferazî û niştimanîperweriyê li hemberî gelê me bi hemû pêkhateyê wê jê re pêştgirî kirin"

El-Mihbaş îşaret pê kir ku Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyê re çareseriya herî guncaw e û jiyana gelên herêmê parast.

'RÊVEBERIYA XWESER DIYALOGÊN SÛRÎ BINGEHA DURIST A ÇARESERIYÊ DIBÎNE'

Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di diyalogên sûrî-sûrî de bingeha herî durist a çareserkirina aloziya Sûriyê  dibîne, nemaze piştî îsbat bû ku rêbazê leşkerî aloziyê çareser nake.

Di berdewama axaftina xwe de El-Mihbaş bang li hemû welatiyên sûrî yên bi rûmet, hêzên siyasî yên niştimanî yên ne girêdayî ajnîdyên derve kir ku  "Diyalogan pêk bînin da ku çareseriyeke niştimanî ji aloziya Sûriyê re peyda bikin ku serdestî û yekitiya wê."

Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser di hemû qadan de, xizmetguzarî, tenduristî, perwerde û siyasî de destkeftinên mezin pêk anîne û roleke mezin di pêşxistina herêmên rêveberiyê de lîst.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş bal kişand ser astengiyên li pêşiya rêveberiyê û diyar kir ku ji wan astengiyan, birayra girtina dergehê Til Koçer e ku bandoreke mezin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa koçberan bi giştî kir û wiha domand: "Her wiha dewleta Tirk a dagirker şer xwe li dijî herêmên Rêveberiya Xweser dimeşîne, niha şerê avê dike ku rêjeya ava Firatê gelekî kêm kiriye û ava stasyona Elok qut kiriye. Ev yek bandoreke mezin li aboriya herêmê kir."

El-Mihbaş diyar kir ku dewleta Tirk lihevkirinên navneteweyî bin pê dike, li herêmên ku dagirkirine, destdirêjî, kuştin, koçberkirin û talankirinê dike, bêyî tu kes hesab jê bixwaze.

El-Mihbaş diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser projeyeke demorkatîk e, ne projeyeke parçebûnê ye, ji destpêka damezirandinê ve banga yekitiya xak û gelê Sûriyê dike.

Bi navê QSD'ê, fermadar Azî Hesen jî salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser li gelên herêmê pîroz kir û cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Me şerê DAIŞ'ê kir û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin, di oxira vê yekê de me gelek şehîd dane û em ê hîna jî berdêlên giran bidin heya ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin rizgar bikin."

Hesen her wiha got: "Projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareseriya herî guncaw ji aloziya Sûriyê re ya ku 10 sal derbas kir."

Di şahiyê de, bi navê MSD'ê endamê wê, Xelef Dawud jî salvegera damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got, Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bi dest xistin û jiyana pêkhateyên civakî parast.

Xelef Dawud anî ziman "Piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê ya ku heya roja me ya îro li ser cîhanê xeter e, projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmê ewlehî û aramî pêk anî, di aliyên xizmetguzarî, rêxistinî, rêveberin û siyasetê de serekftinên mezin pêk anîne. Lê divê em ji bo parastina vê ewlehiyê, kedeke mezintir bidin."

Piştî axaftinan sinevîzyoneke li ser xebatên sala borî yên Rêveberiya Xweser hate pêşandan.

Di dawiya şahiyê de, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê palket diyarî QSD, YPJ, Saziya Malbatên Şehîdan, Birîndarên Şer û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

ANHA