‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî malbata Barzanî serî hilde’

Şêniyên Til Temir û taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye yên Helebê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Meclisa Navçeya Şedadê, şehîdxistina 7 gerîlayam ji aliyê PDK`ê ve şermezar kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî malbata Barzanî serî hildin.

‘Divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî malbata Barzanî serî hilde’
6 îlon, 2021   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

TIL TEMIR

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê, endamên saziyên sivîl ên Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda navçeyê kom bûn û li dijî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şehîdxistina 7 gerîla ji aliyê hêzên PDK`ê ve, şermezar kirin.

Meşê ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li dawiya Kolana Filistînê rawestî û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Seîd Şêxmûs axivî.

'DIVÊ HESAB JI HÊZÊN KU BÛN SEDEM KU GERÎLA ŞEHÎD BIKEVIN, WERE XWESTIN'

Şêxmûs di destpêka axaftina xwe de got: “Me hêvî dikir ku partiyên xwe bi ser PDK`ê ve dihesibînin, li vir bûna. Da ku nêrîna xwe der barê şehîdxistina 7 gerîlayan bi destê PDK`ê, rave bikin.”

Şêxmûs wiha domand: “Em gihaştine astekê ku cîhan neçar e me nas bike. Dewleta Tirk nikare me tune bike, ji ber wê bi rêya nokeran hewl dide şerekî navxweyî derxe.”

Şêxmûs piştrast kir ku alîgirên siyasetên dewleta Tirk a dagirker ku hewl didin şer derxin, dijminên gelê Kurd in û got: “Lê bila bizanin ku ew ne tenê bandorê li gelê herêmên xwe dikin, lê belê bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.”

Di dawiya meşê de beşdaran siyasetên PDK`ê şermezar kirin.

HELEB

Ji bo şermezarkirina hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re Kongreya Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Garê em bi ser ketin û dê di berxwedana Avaşîn, Zab û Metînayê de bi ser bikevin” meşek organîze kir.

Bi sedan şêniyên taxê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê li Qada Şehîdan mîtîngek li dar ket. Di mîtîngê de endama Koordînasyona Kongreya Star Remziye Mihemed axivî.

Remziye bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û xiyaneta PDK`ê û got: “Eşkere bû ku PDK bi dewleta Tirk re di pêkanîna siyaseta xwe ya qirêjî ya li dijî gelê Kurd û gerîla de hevkar e. Dewleta Tirk dixwaze tevgera azadiyê felc bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe. Lê ev siyasetên wê dê bandorê li israra me ya berdewamkirina berxwedan û têkoşînê neke.”

'PDK DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE BÛYE AMÛR'

Her wiha di mîtîngê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Roşan Mihemed axivî û got: “Balafirên dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dikin. Bi van êrişan hemû lihevkirinên navneteweyî binpê dike. Ev yek ji nirxên mirovahiyê dûr e.”

Roşan diyar kir ku PDK di destê îstixbarata dewleta Tirk de bûye amûr, ji ber wê bang lê kir ku helwesteke diyar li hember êrişên dagirkeriya Tirk nîşan bide.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê daxuyaniyek da û tê de siyasetên PDK`ê şermezar kirin.

Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret pê kir ku gerîla hişyar û baldar in û naxwazin bikevin nava şerekî ku zirarê digihîne Kurdan.

Her wiha meclisê destnîşan kir ku di vê dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne. Meclisa piştrast kir ku dewleta Tirk çi dike bila bike, lê nikare vîna gelê Kurdistanê bişikîne.

Meclisê daxuyand ku dewleta Tirk ji meşandina vê siyaseta qirêjî ya li dijî sivîlan hewl dide bandora aloziyên xwe yên siyasî, aborî û civakî sivik bike.

Meclisa Malbatên Şehîdan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî malbata Barzanî serî hildin, ji ber ku ev malbat Başûrê Kurdistanê veguherandiye baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a faşîst.

ŞEDAD

Meclisa Navçeya Şedadê û navçeyên li derdora wê bi heman mebestê daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê Meclisa Navçeyê Emîn El-Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em hedefgirtina gerîla ji aliyê PDK`ê ve şermezar dikin. Ev hedefgirtin di demeke pir hesas de pêk hat û li dijî berjewendiya gelê kurd û diyaloga kurdî ye. Bi kemîneke xedar 7 şervan kirin hedef ku di encamê de hemû şehîd bûn.

PDK teoriya şerê navxweyî ferz dike ku dikeve xizmeta berjewendiya dewleta Tirk û yekitiya Kurd têk dibe. Ruxmî ku dizane ku dewleta Tirk bi awayekî hovane îşkence li hevalan dike û tecrîdeke giran li rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ferz dike.

Wek pêkhateya Ereb em dibînin ku ev êriş li dijî ewlehiya herêmê ye û çareseriya wê jî di yekitiya Kurdan de ye, bi yekitiyê demokrasî û biratiya gelan dê bi ser bikeve.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku êrişên li dijî berxwedana azadiyê şermezar bike.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KlMxaBAZ9IM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>