Gerînendeya Sotemeniyê a Dêrazorê mazotê li şêniyan belav dike

Gerînendeya Sotemaniyê ya Dêrazorê mazotê li şêniyên gundawarên rojava belav dike. Gerînende ji bo ku mîqdara mazotê û lezbûna belavkirinê kontrol bike, îsal bi rêya kartên elektronîk dike.

Gerînendeya Sotemeniyê a Dêrazorê mazotê li şêniyan belav dike
6 îlon, 2021   09:31
DÊRAZOR

Li gorî hevserokê gerînedeya sotemeniyê ya Dêrazorê Osama El-Ferec, belavkirina mazotê berdewam dike û mazot li gorî lîsteya ku meclisên herêmî amade kirine, tê belavkirin.

Têkildarî xebatên belavkirinê Osama El-Ferec diyar kir ku ji ber ku hejmara sîtêrên mazotê li gorî firehbûna erdnîgariyê kêm in, xebatên belavkirinê giran tê meşandin. Her wiha gerînendeyê piştrast kir ku berê mazot li ser cotkarên li ser çemê Firatê û li herêmên çolistanê belav kiribû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EVQLd0Mgb5g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>