SOHR: Pêkanîna bendên lihevkirina nû li Derayê destpê kir

SOHR`ê ragihand ku li Derayê pêkanîna bendên lihevkirina nû ku duh di navbera komîteyên dan û standinê yên Derayê û şandeya Rûsya de pêk hatibû, îro destpê kir.

SOHR: Pêkanîna bendên lihevkirina nû li Derayê destpê kir
6 îlon, 2021   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh bi şev komîteyên dan û standinê yên Dera û şandeya Rûsyayê li hev kirin. Ji bo çavdêrkirina pêkanîna bendên lihevkirina nû, şandeya Rûsyayê li pêşiya mizgefta Bîlal a Derayê xwe bi cih kir.

Hemwextî wê, li taxa Erbeîn a herêmê radestkirina çekan û lihevkirinên çareserkirina rewşên çekdaran destpê kirin.

(şx)