'Dewleta Tirk gundekî Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kiriye'

Rayedarên xwecihî ji rojnameya Morning Star a brîtanî re gotin balafirên şer ên dewleta Tirk gundekî Kurdan ê Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kiriye.

'Dewleta Tirk gundekî Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî bombebaran kiriye'
6 îlon, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan got di berbanga siba şemiyê de, gundê Berwarî Bala yê parêzgeha Duhokê rastî êrişeke bi moşekên kîmyewî hat.

Rayedarên tenduristiyê ragihandin ku wan 3 welatiyên herêmê ji ber gazên bijehr derman kirine ku nefesê wan teng dibû.

Niştecihekî herêmê bi navê Cîhad Hîror got: “Balafirên şer ên dewleta Tirk gund topbaran kir. Piştî êrişê gazek spî xuya bû. Em bawer dikin ku bomeyeke kîmyewî ye.”

Rayedarekî parêzgeha Kanîmasî bi navê Serbest Sebrî diyar kir ku piştî bombebaranê, gazek nediyar li herêmê belav bû, ji bo wê tîmên tenduristiyê li herêmê belav kirin.

Dr.Resûl Mihemed ku serokê navenda tenduristiyê ya Kanîmasî ye got: “Rewşa birîndarekî ne baş e. Gelek pirsgirêkên nefesê li cem wî hene. Jineke (70) heman nîşane lê hene û vedirşe.”

Piştî hedefgirtina Kampa Mexmûrî balafirên şer ên dewleta Tirk êrişî gundê Berwar Bala kir.

Enqere ku ji Nîsanê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike, rêzesûcên hovane li dijî gelên herêmê pêk anîn, gelek dêr û daristan wêran bûn û bi hezaran gundiyên Kurd neçar man birevin.

Rayedarên Kurd ji rojnameya Morning Star re gotin divê der barê sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, kampa paneberan û nexweşxaneya Şengalê de lêpirsîn werin vekirin.

(şx)