Li Dêrazorê zarokekî jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn

Li bejahiya rojhilatê Dêrazorê, ji ber bermahiyên mayînên çeteyên DAIŞ`ê zarokekî jiyana xwe ji dest da û du zarokên din jî ku birayê hev in, birîndar bûn.

Li Dêrazorê zarokekî jiyana xwe ji dest da û du jî birîndar bûn
6 îlon, 2021   08:56
DÊRAZOR

Li bajarokê El-Ezba ya rojhilatê Dêrazorê, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi sê zarokan de teqiya.

Di encamê de, zarokê bi navê Ebd El-Mihemed El-Sewadî(14) jiyana xwe ji dest da û Xalid El-Selame(13) û Elî El-Selame (9) ku herdu birayê hev in, birîndar bûn.

Herdu zarokên birîndar niha li nexweşxaneya nû ya li bajarokê Cidîd Igêdat têne dermankirin.

ANHA