Li Qamişlo êrişên PDK`ê û dewleta Tirk li ser gerîla û Rojava hatin şermezarkirin

Şêniyên kantona Qamişlo bi xwepêşandanên girseyî êrişên PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker li ser gerîla şermzar kirin. Malbatên Şehîdan jî bang li partî û hêzên kurdî kirin ku refên xwe bikin yek û zextê li PDK`ê bikin da ku êrişên li dijî gerîla rawestîne.

5 îlon, 2021   11:36
 QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Qamişlo û gundên derdora wê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hevkariya PDK`ê bi dagirkeriya Tirk re li dijî Kurdan, xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan ji xaçrêya Hilko ya Qamişlo dest pê kir û di kolana sereke re heta navenda Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina xiyanetê û hevkariya bi dagirkeran re berz kirin. Beşdarên xwepêşandanê penkertên “gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye” , “Meşa rûmetê li diîj dagirkerî û îxanetê” û “Bêdengiya navneteweyî erêkirina qirkirina Êzidxanê ye”, rakirin.

Li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê, endama rêveberiya Kongreya Star Welîde Botî axivî û siyasetên PDK`ê û hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, şermezar kir.

Welîde piştrast kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewama komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û wiha dewam kir: “Ev êriş hewldana qirkirina Kurdan e. Gelê Kurd li hemberî siysaetên parçekirinê li ber xwe dan, hîna jî wê têkoşînê dewam dike.”

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi hevkariya PDK`ê tên kirin, şermezar kirin.

Endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Nisrîn Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Delweta Tirk a dagirker hîn jî dest li welatên cîran wer dide û hewl dide Kurdan û pêkhateyên din ên herêmê qir bike. Bi taybetî piştî ku DAIŞ nikarî vê erkê pêk bîne, îro dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide azadiya gelê Kurd asteng bike. Gelê Kurd hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re bi tu awayan qebûl nake.”

Her wiha bang li partî û hêzên kurdî hate kirin ku di vê qonaxa xeter de refên xwe bikin yek û zextê li PDK`ê bikin da ku li mala kurdî vegere û dev ji hevkariya bi dagirkeran re berde û êrişên xwe li diîj Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestîne.

TIL BIRAK

Di heman çarçoveyê de, şêniyên navçeya Til Birak bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kampa Mexmûrê û Şengalê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan bi tevlîbûna şêniyên navçeya Til Birakê û gundên wê, ji çerxerêya El-Firin dest pê kir û  ber bi çerxerêya şehîdan ya li navenda navçeyê dewam kir.

Di xwepêşandanê de diruşmeyên redkirina dagirkeriya Tirk û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk, hate berzkirin.

Yek ji rêveberên Kongreya Star a navçeyê Meysa El-Hesên axivî û bal kişand ser xetereya plana berfireh a dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina civaka êzidî û wiha dom kir: "Em van êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Şengalê, êrişên sîstematîk ên li dijî kampa Mexmûrê û bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar dikin."

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê, bi sedan şênî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Sûriyê li dar xisitn.

Xwepêşandan ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê dewam kir.

Xwepêşandêr li pêşiya çerxerêya şehîdan kom bûn. Rûspiyê êla El-Bûasî Mihemed El-Muslih şer û destdirêjiya berdewam a hikumeta Erdogan li dijî ax û gelên herêmê, bi taybet gelê Sûriyê ji Idlib, Cerablus, Kobanê, Serê Kaniyê û Eyn Îsa, şermezar kir.

Hevserokê meclisa navçeya Til Hemîs, Xalid El-Nayif jî got: "Civaka navneteweyî tiştên ku li Şengal û Mexmûrê yên Iraqê, Til Temir û Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilat Sûriyê diqewimin, paşguh dike. "

Xwepêşandan bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) û gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(dx)

ANHA