​​​​​​​Weqfa Jina Azad hemleya "Covid19" û "jin û Malbat" bi dawî kir

Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi daxuyaniyekê bidawîbûna hemleya xwe ya fikirî û tenduristî ragihand.

​​​​​​​Weqfa Jina Azad hemleya "Covid19" û "jin û Malbat" bi dawî kir
5 îlon, 2021   09:40
QAMIŞLO

Weqfa Jina Azad a Sûriyê, îro der barê hemleya fikirî û tenduritstî ku di 1`ê Hezîrana 2021`an destpê kiribûn daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Weqfa Jina Azad a Sûriya li bajarê Qamişlo ji aliyê Endama Rêveberiyê Weqfê Wefaa Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hemleya tenduristî bi navê "Covid19" û ya fikrî bi navê "jin û malbat" di 1 Hezîrana 2021`an heta 1`ê Îlona heman salê dewam kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hemle li gelek herêm û navendan bi taybet li gundan pêk hatiye û di vê çarçoveyê de, 206 semîner hatine dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku encam ji hemleyê girtin li bajarê Hesekê, Dêrik û Qamişlo gihaşt 3 hezar û 688 kesan.

(sb)

ANHA