SOHR: Gereke nû ya danûstandinan di navbera aliyên li Derayê de pêk tê

SOHR`ê ragihand ku ji bo gihaştina çareseriyeke dawîn der barê dosyaya Dera El-Beled de, niha di navbera nûnerên komîteya navendî ya Derayê û komîteyên ewlehiyê yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û aliyê rûsî de danûstandin tên kirin.

SOHR: Gereke nû ya danûstandinan di navbera aliyên li Derayê de pêk tê
5 îlon, 2021   11:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di navbera nûnerên komîteya navendî ya Derayê ji aliyekî ve û nûnerên komîteya ewlehiyê ya girêdayî hikumeta Şamê û Rûsyayê ji aliyekî din ve danûstandin tên kirin, da ku çareseriyeke dawîn ji dosyaya Dera El-Beled re bibînin.

Vê sibehê, hêzên Firqeya 4`an û hêzên din ên girêdayî hikumeta Şamê hewl dan bikevin Dera El-Beled, lê hewldana wan bi bin ket.

(cx)