'Tecrîd di çarçoveya hesabên siyasî de tê meşandin'

Endama lijneya rêveberiyê ya TOHAV'ê parêzer Ayşe Bîngol Demîr diyar kir ku dewleta Tirk di nava wan dewletan de ye ku herî zêde biryarên DMME’yê binpê dike û di vê mijarê de herî zêde ceza distîne.

'Tecrîd di çarçoveya hesabên siyasî de tê meşandin'
5 îlon, 2021   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN

OHD, ÎHD, TOHAV û TÎHV’ê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) dabû ku ji çavdêrî û misogerkirina bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirsyar e.

Ji bo ku KWKE di hemû civînên heftane û periyodîk de biryara têkildarî cezayê muebbetê yê girankirî yê bêyî îhtîmala serbestberdana bişert ê rêber Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hebe, ku ne li gorî xala 3'yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye, bixe rojevê, ev serlêdan hate kirin.

Me binpêkirina normên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve û gavên ku divê dewleta Tirk biavêje ger serlêdan erênî be, bi endama lijneya rêveberiyê ya Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) parêzer Ayşe Bîngol Demîr nîqaş kirin.

Di van rojên dawîn de saziyên cuda yên hiqûqî serî li Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê da ku biryara DMME'yê ya li ser 'cezayê muebbetê yê giran' binirxînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de çima pêwîstî bi serlêdanê hebû? Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de girîngiya vê yekê çi ye?

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek biryarên îxlalkirinê yên li dijî Tirkiyê dan. Di nava van biryaran de hin binpêkirinên mafan hene ku hê jî bi pirsgirêk in û didomin. Li Tirkiyê der barê "cezayê muebbetê yê giran" de biryarên cuda hene. DMME der barê birêz Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de biryarên li dijî Tirkiyê dan. Pêvajoya têkildarî dozên ku sewqî DMME'yê hatine kirin û dadgehê biryara binpêkirinê daye, bi biryara îxlalkirinê ya dadgehê bi dawî nabe.

Divê welat biryarên ji aliyê DMME’yê ve hatine dayîn, bi cih bînin. Her wiha feraset û têgihîştinek heye ku heke piştî biryara DMME’yê biryara tazmînatê bê dayîn, ez ê berdêlan bidim û bi vî rengî pêvajoyê binixumînin. Parêzer dibêjin divê ev biryar di ber çavan re derbas bibin û bi cih bên. Wekî din, erk dikeve ser milê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku çavdêriya biryarên DMME’yê dike.

Me niha ji Tirkiyê bi belgeyên ku saziyên sivîl ên wekî TOHAV, ÎHD, OHD, TÎHV amade kirine, ku di çarçoveya biryarên berê û emsal de ji bo KWKE'yê daxwaza bibandor a şopandina pêvajoya înfazê ya cezayê muebbetê yê giran li Tirkiyê, pêşkêş kir.

Tevî ku di ser biryara yekemîn a têkildarî birêz Ocalan a sala 2014'an re 7 sal derbas bûne jî, dewleta Tirk tu gav neavêtine. Jixwe li Tirkiyê gelek mirov hene ku mexdûrên cezayê muebbetê yê girankirî ne. Ne pêkan e ku agahiyên statîstîkî yên li ser mijarê bên bidestxistin. Di serlêdana me ya dawî de jî me rapor parve kir ku herî dawî di sala 2014'an de zêdetirî hezar û 400 kes bi cezayê muebbetê hatine cezakirin. Piştî vê raporê em nikarin statîstîkekê bibînin. Niha hê jî gelek kes ji ber cezayê muebbetê yê girankirî tên darizandin an jî pêvajoya darizandina wan didome. Ji ber vê yekê, ev mijareke gelekî girîng e. Biryarek heye ku cezayekî ku li gorî xala 3’yan a DMME'yê hatiye înfazkirin wek 'girtîmayîna heta mirinê' li derveyî mirovahiyê ye. Lê belê divê mafê hiqûqa tawanan hebe ku di vî alî de daxwaza lêkolînkirina cezayê wî kesî bike, ku ev yek prensîba bingehîn a rejîma înfazê ya sûcan e û mekanîzmayeke ku em jê re dibêjin 'mafê hêviyê' were xebitandin. Divê ev yek di sîstema hiqûqê ya li Tirkiyê de bê naskirin.

Tevî ku komîteyê berpirsyariya xwe ya di vî warî de bi cih anî jî, lê belê hesasiyetên siyasî li ber çavan negirtin. Di hevdîtinên Komîteya Wezîran a bi Tirkiyê re nîşane hene ku wan ev biryar ji bo têkiliyên xwe yên dualî nixumandine û em dibînin ku komîte xwedî helwesteke gelekî tûj û biryardar nîn e. Komîteyê civînên sê mehane pêk anîn û dê di meha Îlonê de civîneke din were lidarxistin. Ev, civînên xwedî rojeveke taybet a berê ne. Ew berî demekê di malpera xwe de beyannameyekê belav dike ka dê di civînan de behsa kîjan biryaran bê kirin û mijarên wek, vê dosyeyê jî hene ku di civînên asayî de nehatine rojevê û bi piranî peywendîyên yekalî ne û ew çavdêriya wê prosesê dike.

Di vê çarçoveyê de serlêdana me gihîşt komîteyê. Komîte sekreteryayê di ber çavan re derbas dike û wê ji hikumetê re radigihîne. Piştî ku nêrîna hikumetê hat wergirtin, dê di nava komîteyê de nirxandinek bê kirin. Di heman demê de dê serlêdana saziyên civaka sivîl li ber çavan bigirin.

Heke ev pêngava we parêzeran erênî be, dibe ku tecrîd bi temamî ji holê rabe?

Di vê pêvajoyê de gelek kesên ku di bin bandora darizandinên wiha de hene ku em hêj hejmara wan nizanin. Her kiryarek di mijara heyî de dê bandorê li hemû darizandin û înfazan jî bike. Bêguman darvekirina cezayê muebbetê ku ev demeke dirêj e hatiye girankirin jî dê bandorê li birêz Abdullah Ocalan bike. Babeta bingehîn a li vir ew e ku DMME dibîne ku ev cezayê heta mirinê wek hepsê tê darizandin, muameleya li derveyî mirovahiyê ye. Mafê hêviyê, ku di hiqûqa navneteweyî de tê parastin, mekanîzmayeke lêkolînkirinê diyar dike ka armanca pêşane ya bicihanîna ceza pêk hatiye yan na.

Heke Tirkiye li gorî daxwaza DMME’yê gavekê di vî alî de biavêje, ev yek dê negihêje encameke otomatîk ji bo kesên ku demeke diyar di girtîgehê de derbas kiriye. Lê belê biryara "mafê hêviyê" û naskirina vê biryarê nîşan dide ku gelo divê ceza bi cih were anîn an na û daxwaza berdana bişert tê kirin û ev daxwaz li gorî prensîbên navneteweyî were nirxandin.

Aliyekî sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike ku vê rewşê dinixumîne. Tecrîda li Îmraliyê bê guman bi binpêkirina rêzikên hiqûqa navneteweyî tê meşandin. Nayê qebûlkirin ku girtî, hikumxwar û kesekî ku di pêvajoya hiqûqî de ye, nekare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike yan jî nekare bi parêzerên xwe re têkiliyê deyne. Ev yek bi xwe pêvajoyeke bêhiqûqî ye. Serlêdana me çi dibe bila bibe, ez dixwazim bêjim ku ji xwe tecrîdeke li derveyî hiqûqê hatiye meşandin.

Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi cezayê muebed ê girankirî re çawa têkildar e? Dewleta Tirk çima li gorî normên hiqûqa navneteweyî tev nagere? Gelo ji bo nebicihanîna biryaran, tu hukmekî qanûnî nîn e?

Tirkiye di nava wan welatan de ye ku herî zêde biryarên DMME’yê binpê dikin û di vî warî de gelek caran hatiye cezakirin. Bi taybetî beriya Komîteya Wezîran, dewleta Tirk ji bo binpêkirina mafên sîstematîk yek ji welatên herî bi pirsgirêk e. Nêzîkatiya li mafên mirovan, dewleta hiqûqê û sîstema demokratîk li Tirkiyê bûye pirsgirêkeke siyasî.

Em hemû dizanin ku li Tirkiyê pirsgirêk her ku diçe girantir û kûrtir dibin, bi taybetî li dijî prensîbên "dewleta hiqûqê" û "serxwebûna dadgeriyê" ya têkildarî mafên mirovan ên piştî 2011’an. Aliyekî girîng ê van pirsgirêkan jî binpêkirinên mafan ên li dijî siyaseta Kurd, tevgera Kurd û muxalefeta li derdora wê bi pêş dikeve. Her wiha azadiya ramanê, azadiya birêxistinbûnê, êrişên li dijî HDP'ê, qedexekirina her îtiraza li dijî sîstemê.

Li gorî min ev pirsgirêkeke demokrasî û serdestiya hiqûqê ye ku ji aliyê sîsteman ve hatiye afirandin. Li gorî destûra bingehîn a heyî, hukmên mafên mirovan ên Tirkiyê di nava hiqûqa navneteweyî de zelal in. Lê belê pêkneanîna vê, nêzîkatiyeke polîtîk e ku ji aliyê dewletê ve tê tercîhkirin. Em ê wek saziyên mafên mirovan û hiqûqnas têkoşîna xwe ya li dijî vê bidomînin.

Têkildarî cezayên sîstema kontrolê ya ji aliyê DMME'yê ve tê kirin jî di nava xwe de xwedî fonksiyonekê ye. Komîteya Wezîran di vê çarçoveyê de xwedî roleke gelekî girîng e.

Divê Komîteya Wezîran jî bi awayekî dîplomatîk binirxîne. Mekanîzmayên hiqûqî ne girêdayî bernameyên zelal in ku em li dadgehan dibînin. Tevlêbûna komîteyê di komên dosyayên têkildar de, hesasiyetên ku di nav xwe de dihewîne, gelo guhertin pêkan e, di çarçoveya hevsengiyên siyasî û dîplomatîk û hesasiyetan de xwe bi cih dike. Ev hesasiyetên xwe dispêre wan, dê li Tirkiyê pêwistiya bicihanîna biryarên DMME’yê ji holê raneke. Li gorî xala 46’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, divê hemû dewlet li gorî biryarên DMME'yê tev bigerin û daxwazên biryarnameyan bi cih bînin. Di rewşa îradeyeke dîplomatîk de dibe ku Komîteya Wezîran li dijî Tirkiyê gavên dijwartir bavêje.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêwîstiya biryarên der heqê birêz Abdullah Ocalan de bi cih neanîn û ev yek wek helwesteke siyasî tê şîrovekirin. Wek hiqûqnas hûn vê çawa şîrove dikin?

Têkildarî serlêdanên di vî warî de hatine kirin, DMME xwedî biryarên girîng û xurt ên binpêkirinê ye. Parêzerên birêz Ocalan serlêdan kirin. Di Dadgeha Destûrê de jî doz û pêvajoyên berdewam hene. Bê guman ji ber nasnameya xwe dibe ku hin saziyan di van mijaran de hesasiyetên xwe bi pêş xistine. Lê ew hesasiyet bi awayekî zagonî pêk nayên. Qanûn ji bo her kesî yek e, mekanîzma ji bo her kesî yek in. Ji ber vê yekê, bêyî cudahî bê kirin, nasnameya şexs çi dibe bila bibe, divê statuya hiqûqî ya şexs bê parastin. Divê lêkolîn di çarçoveya qanûnan de bi awayekî serbixwe bên kirin.

Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî avadaniyên hevpar ên welatan in. Di heman demê de li bendê ne ku di mijara mafên mirovan de gavên dijwar biavêjin jî, ji ber hesasiyetên mezin dibe ku gavên nermtir hebin. Her wiha divê em geşedanên navneteweyî yên dawî, pirsgirêka penaberan, peymanên ku welatan bi hev re çêkirine û rola rejîmên populîst ên li Ewropayê li ber çavan bigirin. Em dikarin qala bandora hin welatên Ewropayê ya li ser van mekanîzmayan bikin. Hin aliyên van mekanîzmayan hene ku kontrola wan qels dikin, bê bandor û kêm dikin. Em dikarin vê yekê di gelek rewşên li Tirkiyê de bibînin. Tevî van hemû rewşan jî, divê hemû maf û azadiyên li gorî hiqûqa navneteweyî tên parastin, bê îstîsna bên parastin û mekanîzmayên pêwendîdar rola xwe ya pêwîst bilîzin.

Hûn destwerdana siyasetê ya li mekanîzmaya dadgeriyê ya li Tirkiyê çawa dinirxînin?

Bi taybetî piştî sala 2011’an atmosfera siyasî ya li Tirkiyê di nava mekanîzmayên dadgeriyê û hikumetê de bi rengekî sîstematîk gelekî guherî. Ev yek ne tenê dozeke parêzvanên mafan e. DMME di vê mijarê de xwedî 2 biryaran e. Di vê çarçoveyê de biryarên Osman Kavala û Selahattîn Demîrtaş wek mînak ji me re tên. Li Tirkiyê di pêvajoyên darazê de di pêvajoyên darazê yên ji aliyê siyasî ve hesas de, der barê mudaxaleya neheq a hikumet û desteyên dewletê de, biryarên DMME'yê hene.

Serxwebûna dadgeriyê û bêalîbûna dadgeriyê li Tirkiyê di bin gef û destwerdaneke cidî de ne. Ev yek, ji bo parastina maf û azadiyên li Tirkiyê, mijara veguherîna sîstema dadgeriyê ya heyî derdixe pêş û dibe amûreke ku maf û azadiyan binpê dike. Ji ber vê yekê, piraniya dozên ku bi cezayê muebbetê yê giran ê em behsa wan dikin, dozên siyasî ne. Bi taybetî di dozên siyasî de ‘Qanûna Ceza ya Tirk’ û ‘Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê’ sîstemeke ku dadgerî bi rengekî berfireh, kêfî, bêsînor, li dijî hiqûq, destûra bingehîn û rêgezên gerdûnî yên hiqûqê bi cih tîne. Di vê mijarê de gelek biryarên binpêkirinê û gelek rapor tên weşandin.

Rêber Abdullah Ocalan hê jî di nava tecrîdê de ye. Hûn aliyê hiqûqî, mirovî û exlaqî yê vê yekê çawa dinirxînin?

Di vê mijarê de ji aliyê parêzerên wî ve gavên gelekî cidî tên avêtin. Wan gelek serlêdan kirin. Raporên ku CPT'ê li ser vê mijarê amade kiribûn, hebe. Helbet tendirustiya fîzîkî ya girtiyekî di talûkê de ye. Tiştekî ku gelekî girîng e û divê were dîtin; sîstema tecrîdê ya li ser birêz Ocalan e. Dîsa pirsgirêkên girtiyên nexweş hene. Aşkera ye ku di vê mijarê de tu pêkanîneke bi zanebûn a hikumetan nehatiye kirin, reva dewleta hiqûqê ya ji bo parastina girtiyên nexweş û hikumetên ji parastina wan berpirsyar in, berpirsyariya xwe ya ji bo çareseriya vê pêvajoyê bi cih neanîne. Di vê pêvajoyê de mekanîzmayên dewletê di serî de li gel saziyên dadgeriyê yên ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gavan neavêjin, berpirsiyar in. Li hemberî vê rewşê divê têkoşîna hiqûqî li her qadê bi xurtî dewam bike û di vê çarçoveyê de nerazîbûn bi xurtî bên bilêvkirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vYgTk-i6Mrw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>