Hikumeta Şamê derbaskirina kehrebeyê di erdên Sûriyê re, qebûl kir

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnan-Sûriyê Nesrî Xûrî ragihand ku hikumeta Şamê qebûl kiriye ku gaz ji Misirê û kehrebe ji Urdunê di erdên Sûriyê re derbasî Lubnanê bibe.

Hikumeta Şamê derbaskirina kehrebeyê di erdên Sûriyê re, qebûl kir
4 îlon, 2021   12:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, hikumeta Şamê îro ragihand ku ew daxwaza Lubnanê ya anîna gazê ji Misirê bi nava  xaka Sûriyê re, qebûl dike ku îro wezîrên Lubnanê ji bo wê mijarê serdana Şamê kir.

Sekreterê giştî yê Meclisa Bilind a Lubnan-Sûriyê Nesrî Xûrî piştî civîna li Şamê bi daxuyaniyekê ragihand ku “aliyê Sûriyê daxwaza wan qebûl kiriye.”

Li gorî planê, gaza Misirê ji bo hilberandina kehrebeyê dê li Urdunê bê bikaranîn, piştre di erdên Sûriyê re dê derbasî Lubnanê bê kirin.

(cx)