ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2021
4 îlon, 2021   23:00

-Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriêy, Mexmûr û Şengalê meşekê ji çerxerêya Hilko li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê diyar kir ku ji beriya mehekê ve navenda navçeya Zirganê û zêdetirî 45 gundên wê zehmetiya qutbûna kehrebê dikişînin, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk her tim tora kehrebê dikin hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê asta êrişên xwe li ser gundewarên bakurê rojavayê Minbicê yên sivîl lê dimînin zêde kirin. Şêniyên Minbicê nerazîbûn nîşanî êrişan da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama lijneya rêveberiyê ya TOHAV'ê parêzer Ayşe Bîngol Demîr diyar kir ku dewleta Tirk di nava wan dewletan de ye ku herî zêde biryarên DMME’yê binpê dike û di vê mijarê de herî zêde ceza distîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Aloziya Dera di navbera ragihandina agirbestê, peymanên nû û gumanên li ser xurtbirina van peymanên ku Rûsyaya hewl dide ferz bike de hîna bi girêk e. Li aliyekî din jî beşdarên civîna wezîrên  karên derve yên dewletên cîranê Lîbyayê li ser çareseriya siyasî li Lîbyayê û derketina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê li hev kirin.

KURDISTAN

- Rojnamevan Bêrîtan Sarya diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê yên li dijî tevgerên şoreşger ên li hemû parçeyên Kurdistanê, neguheriye û got "PDK hebûna xwe girêdayî dewleta Tirk a zayendperest û mezhebperest dibîne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Muhsin Ewadullah got, yekitiya Kurd û Ereban rêya yekane ya parastina pêşeroja her du gelan û xaka wan ji planên Tirk û farisan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Dîroknas Prof. Hamît Bozarslan got piştî ku Talîbanê li Efganistanê rêveberî xist bin kontrola xwe, di qada navneteweyî de hewldanên nû yên berjewendiyan dest pê kiriye û diyar kir ku pirsgirêkeke herî mezin a roja îroyîn jî bêberxwedaniya civakên misilman e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterên partiyên kurdî bang li PDK'ê ku nebe sedema şerê navxweyî û got, her êrişeke li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dê bandorê li hevkarên dewleta Tirk a dagirker bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Piştî 3 mehan ji qonaxa nirxandina dengan û hilbijartina 21 dengan, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê dê sibe dest bi Mîhrîcana 3’yemîn a Hawar a Stranan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA