​​​​​​​Panorama hefteyê: Dera di navbera rageşî û agirbestê de

Aloziya Dera di navbera ragihandina agirbestê, peymanên nû û gumanên li ser xurtbirina van peymanên ku Rûsyaya hewl dide ferz bike de hîna bi girêk e. Li aliyekî din jî beşdarên civîna wezîrên  karên derve yên dewletên cîranê Lîbyayê li ser çareseriya siyasî li Lîbyayê û derketina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê li hev kirin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Dera di navbera rageşî û agirbestê de
5 îlon, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Dera ya Sûriyê û krîza Tunis û Lîbyayê kirin.

 ‘JI BO ÇARESERIYEKE GIŞTÎ Û KOÇBERKIRINA MUXALÎFAN, LI DERAYÊ AGIRBESTA DEMKÎ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa agirbesta demkî ya bi navbeynkariya Rûsyayê ya li Derayê kir û wiha nivîsî: “Çavkaniyekî ji komîteyên navendî yên Derayê, têketina hêzên hikumeta Sûriyê û belavbûna wan li taxên Derayê, derewand. Ev yek hemwextî ragihandina agirbesteke demkî heta 3 rojan pêk hat ku wê muxalîf ber bi bakurê Sûriyê ve werin koçberkirin.”

Peymana ku şeva sêşem-çarşemê li serê li hev kirine, ket meriyete. Li gorî peymanê, dê hêzên girêdayî polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî hêzên ji Lîwaya 8`an (a desteka xwe ji Rûsyayê digire) bikevin bajêr da ku agirbestê mayînde bikin û 3 nuqteyên leşkerî yên demkî li başûrê Dera El-Beled bêyî derbasbûna hêzên hikumetê, ava bikin. Li gorî peymanê her wiha, dê rewşa 34 kesên din were çareserkirin û dê ew kes çekên xwe li Dera El-Beled, rêya Sed û Muxeyemet radest bikin û kesên ku naxwazin rewşên xwe çareser bikin wê ber bi bakurê Sûriyê ve werin koçbekirin.

Çavkaniyekî ji eniya başûr a girêdayî arêtşa azad a Sûriyê ya muxalîf pêşbîn kir ku hêzên hikumeta Sûriyê bendên peymana Derayê pêk naynin û got “hêzên hikumetê bihaneyan derdixin da ku peymanan pêk neynin.”

Çalakvanên ji Derayê jî diyar kir ku hin bendên peymanê ji bo kesên biyanî yên li bajêr hene û wiha dewam kir: “Ew kesên xwedî meylên radîkal, eger hebin, dê bên koçberkirin. Ger qebûl nekin jî dê werin dorpêçkirin. Hemû aliyan û di nav de nûnerên komîteya danûstandinan a Dera El-Beled, rêya Sed û Muxeyemet, li ser vê yekê li hev kirine. Divê şêniyên bajêr ên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin, rewşên xwe çareser bikin û çekên xwe yên giran û navîn radest bikin.”

LI SER ÇARESERIYA SIYASÎ LI LÎBYA Û DERXISTINA ÇETEYAN HATE LIHEVKIRIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Beşdarên civîna serokwezîrên dewletên cîranên Lîbyayê, li ser çareseriya siyasî, sepandina ewlehiyê û derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê li hev kirin.

Wezîrê karên derve yê Cezayirê Remtan Liemamra piştrast kir ku aloziya Lîbyayê tenê bi rêya diyaloga lîbî-lîbî û bi desteka civata navneteweyî çareser dibe û wiha domand: “Em piştgiriyê didin yekkirina saziyên dewletên û ewlehiya Lîbya bi ewlehiya dewletên cîran ve girêdayî ye.”

Liemamra îşaret pê kir ku gelek dewlet hene dixwazin axa Lîbyayê bi kar bînin da ku hevsengiyan ji nû ve xêz bikin û wiha axivî: “Divê çete û hêzên biyanî di zûtirîn dem de ji Lîbyayê derkevin. Di vê pêvajoyê de ji bo parastina serdestiya Lîbyayê divê gelê Lîbyayê hevgirtî be.”

EL-NEHDA ÎTÎRAF KIR KU EW BIBIN KET

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: ”Aliyên nêzî tevgera El-Nehdayê ya islamî gotin daxuyaniya ku tevgerê çarşemê daye û lixwemikurhatinê ku ew berpirsa rewşa li welêt e, aloziya tevgerê li ser astên siyasî û exlaqî kûrtir dikin. ”