Di ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ de hin biryar hatin dayîn

Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ ya ku partiyên Kurdan û rewşenbîr tevlê bûbûn, bi dawî bû. Di konferansê de ji bo yekitiya di navbera gelê Kurd de hin biryar hatin dayîn.

Di ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ de hin biryar hatin dayîn
4 îlon, 2021   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Ewropayê Platforma Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê bi navê ‘Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê’ hat lidarxistin. Di konferansê de ji bo yekitî û li hemberî dagirkeriyê peyamên têkoşînê hatin dayîn.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Besîme Konca bal kişand ser konferansên mîna vê û got: “Mixabin her carê em rûdinên, nîqaş dikin, lê nakevin nav hewldanan. Ev pirsgirêk e. Divê em vî tiştî zelal bikin. Êdî divê em dev ji axaftinê berdin û gavan biavêjin. Îro dagirker axa me bomberdûman dikin, zarokên me dikujin.”

Parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr jî diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînek tê dayîn û got: “Di van têkoşînan de berdêlên mezin tên dayîn. Hemû partî û îdeolojî ji bo azadiya Kurdistanê amûrek in. Divê em van tiştan baş bi kar bînin. Hemû partî û îdeolojiyan têxin bin xizmeta Kurdistanê. Divê em di navbera partiyan de bibin pir û yekitiyê ava bikin. Heke em nebin yek, wê dagirker dîsa xwîna me birîjin.”

Parlementerê berê yê YNK’ê yê Iraqê Mûhsîn Osman jî da zanîn ku divê yekitiya Kurdan di mejî û ruh de hebe û got: “Divê em di ruh û mejî de li dijî dagirkeriyê rabin. Di vî warî de gotina Ehmedê Xanî heye û gotibû ‘Em nebin yek, em ê ji hev belav bibin’ îro hê jî girîng e. Divê em Kurd werin gel hev û xewna Ehmedê Xanî bi cih bînin.”

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî anî ziman ku ji bo yekitiya neteweyî ya Kurdan divê mirov giraniyê bide dîplomasiyê û li hemberî dagirkeran helwesteke zelal nîşan bide.

Nûnerê Asûrî û Suryan George Aryo jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne bi tenê li dijî Kurdan e, li dijî gelê Suryan e jî û divê hemû gel li dijî dagirkeriyê rabin.

Di Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê de li ser avakirina yekitiya di navbera Kurdan de, geşkirina diyaloga di navbera partiyan de û berfirehkirina platforma neteweyî ya li dijî dagirkeriyê nîqaş hatin kirin.

Komîteyên dîplomasî, geşkirina têkiliyên di navbera Kurdan û partiyan de, çapemenî û têkiliyê hatin avakirin.

Di Konferansa Neteweyî Ya Li Dijî Dagirkeriyê de gelek biryar hatin dayîn. Tê payîn ku biryar roja duşemê werin eşkerekirin.