​​​​​​​Ewadullah: Yekitî rêya yekane ya parastina pêşeroja Ereb û Kurdan e

Muhsin Ewadullah got, yekitiya Kurd û Ereban rêya yekane ya parastina pêşeroja her du gelan û xaka wan ji planên Tirk û farisan e.

​​​​​​​Ewadullah: Yekitî rêya yekane ya parastina pêşeroja Ereb û Kurdan e
5 îlon, 2021   02:01
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Edîtorê Şems News ku rojnameya yekemîn a Misirê ye û bi rewşa kurdî û tirkî eleqedar dibe,  Muhsin Ewadullah ji ANHA'yê re axivî. Ewadullah rewşa heyî ya ku li ser herêmê tê meşandin bi Sykes-Picot a nû bi nav kir û diyar kir ku Tirkiyê herêmê parçe dike û Îran dest daniye ser gelek dewletên herêmê.

Ewadullah destnîşan kir ku Îran bi temamî Lubnan, Yemen, Bexda û Şamê serwer dike û vê hegemoyê bi Tirkiyê li hin herêmên Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê parve dike ku li ser asta leşkerî li wir e. Her wiha Tirkiye li Lîbyayê jî.

Muhsin Ewadullah diyar kir ku Tirkiye û Îran hewl didin bi awayekî eşkere û ji bingehê fikira vegerandina împratoriya Osmanî û ya Fars hegemoniya xwe li dewletên din ên herêmê fireh bikin û wiha domand: " Em li pêşiya du projeyan in ku bi awayekî eşkere armanc dikin welatên herêmê bixapînin û nasnameya gelên wê ji holê rakin. Ji bilî projeyeke sêyemîn a ku xwe dispêre yekitiya Ereb û Kurdan tu rê ji vê lehiyê re tune ye, nemaze ji ber ku Ereb û Kurd xwedî dîrokeke hevbeş in û di navbera wan de têkiliyên zewacê hene."

Ewadallah daxuyand ku tecrubeya jiyana hevbeş a di navbera Ereb û Kurdan de çi li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyê be û çi jî li Başûrê Kurdistanê  be îsabat kir ku tecurbeyeke serkeftî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê pêkane ku li ser vê bingehê pirên baweriyê di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de werin avakirin ku demeke dirêj ji dîroka xwe bi çavê Tirkiyê li Kurdan lê dihat nêrîn. Di encamê de ji ber îdia û derewên istixbarata dewleta Tirk û dezgehên çapemeniyê ku kurdan bi xayîn û ajanan bi nav dikin, dûrbûnek û nebawerî di navbera her du gelan de çêbû. Pêwîstiya me bi nêzîkkirina her du gelan heye da ku derewên ku di zihniyeta erebî de bi dawî bike.”

Edîtorê rojnameya Şems News diyar kir ku pêkanîna yekitiya Ereb-Kurd ewlehiya neteweyî ya Erebî bi temamî xurt dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev yekîtî dê li hemberî planên Fars û Tirkan dîwarekî asê yê xilasbûnê çêdike û derfetên jiyana hevbeş û biratiyê li Rojhilata Navîn zêde dike , nemaze piştî bi dehan salan ji tevliheviya afirîner a ku hêzên mezin hewl dan li herêmê pêk were."

(şx)

ANHA