​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd bang li PDK'ê kir: Nebe sedema şerê navxweyî‎

Sekreterên partiyên kurdî bang li PDK'ê ku nebe sedema şerê navxweyî û got, her êrişeke li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dê bandorê li hevkarên dewleta Tirk a dagirker bike.

​​​​​​​Siyasetmedarên Kurd bang li PDK'ê kir: Nebe sedema şerê navxweyî‎
4 îlon, 2021   23:38
QAMIŞLO- EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî tevahî kurdan ji Başûrê Kurdistanê û Şengalê bigire heta bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Têkildarî armancên dewleta Tirk ji van êrişên dawî siyasetmedarên Kurd nêrînên xwe ji me re parve kirin

‎'ŞERÊ BI DEWLETA TIRK RE DEMDIRÊJ E'

‎/kr/uploads/files/2021/09/04/192745_-.webp

Têkildarî vê yekê, Sekreterê Partiya Demokratî Kurdistanî-Sûriyê (PDK-S) Ebdulkerîm Siko da zanîn ku heya rejîma heyî ya li Tirkiyê li ser piyan be şer bi dawî nabe, ji ber  kuqirkirina gelê Kurd xistiye nava stratejiya xwe û wiha got: "Ne tenê şerê Kurdan dike, di heman demê de zinhniyeta wê rejîmê û dîktatoriya wê êrişî tevahî gelên cîran dike û destwerdanê li karûbarên dewletan dike."

Siko wiha domand: "Dewleta Tirk dijminatiyê her kurdekî/ê çi aliyê wî/ê ya siyasî be dike, ji lew ra komkujî û sûcan li dijî gelê Kurd pêk tîne."

Siko bal kişand ser girîngiya amadekariya ji bo şerekî demdirêj û got: "Li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn berdewam e û divê tevahî xwe ji bo şerekî demdirêj a bi dewleta Tirk re amade bikin." ‎

Siko xîtabî PDK’ê kir ku navendên tê de MIT’a Tirk xurt bûne, bigire. Heke di navbera wê de peyman hebin ew peyman ne rewa ne û nekevin xizmetî gelê Kurd.

Siko da zanîn ku xwedî li derfeta heyî derkevin û destkeftiyên heyî biparêzin û wiha anî ziman: "Me merheyelên dijwar derbas kirin û li hember gelek astengiyan sekinîn û gelê Krud gelek qurbanî ji bo parastina herêmê de da." ‎

Siko destnîşan kir ku projeya faşîzima AKP’ê dê bi sayê têkoşîna Kurd bi bin keve û wiha pê de çû: "Erdogan li pêş ezmûnekî dijwar e û ew nikare ji hilbijartinên bê bireve, hin kes li benda wan hilbijartinan in. Dê projeya Erdogan a dîktatorî ku cîhanê ditirsîne bi bin keve. Ji ber ku gelên Kurd û Tirkiyê mayîna wî li ser desthilatê qebûl nakin. Di vê yekê de yekitiya kurdan girîng e ku projeya Erdogan têk bibe."

‎'BÊDENGIYA HÊZÊN LI HERÊMÊ, PIŞTGIRYIÊ DIDIN DEWLETA TIRK '

‎/kr/uploads/files/2021/09/04/192801_-.webp

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Kovan Kenho diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e, ‎mafên mirovan nas nake û xwe li ser xwîna gelan xwe mezin dike.‎

Kenho bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ya der barê êrişên dewleta Tirk yên li dijî bakurê Sûriyê ‎û Şengalê de şermezar kir û got: "Bêdengiya wan diyar dike ku ew jî êrişan erê dike û cesaretê didin Tirkiyê da ku êrişên xwe yên dagirkirinê li ser Kurdistanê bidomîne."

Kenho bal kişand ser planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk ji sînorên xwe ‎yên heyî ku 100 sal berê hatine xêzkirin, ne razî ye û ew dixwaze beriya sala 2023'yan li ser ‎hesabê gelê kurd berfireh bike."‎

‎' XETERIYA LI SER BAŞÛR JI XETERIYA LI SER ROJAVA ZÊDETIR E '‎

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, bang li PDK'ê kir ku nebe sedema şerekî navxweyî û got: "Divê hêz û partiyên Kurd şerê birakujiyê wekî xeta sor ‎bihesibînin û wê heram bikin."‎

Kenho destnîşan kir ku çarenûsa Beşûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye, her wiha hişyarî da ‎hikumeta Başûr ku komploya li dijî Rojava dê wê jî bixe bin xeteriyê û wiha anî ziman: "Armanca dewleta Tirk dagirkirin e û heke nakokiyên aliyên Kurd bi dawî nebûn, dê gelê Kurd zirareke mezin bibîne." ‎

Kovan Kenho destnîşan kir ku bi dijminên gelê Kurd re dostanî nabe û got: "Dema ku ‎dijminên gelê Kurd bi çîneke ji gelê Kurd re hevalbendiyê dikin ku çîna bi hêz têk bibin, dê piştre jî dijmin çîna lawaz ku pê re hevalbendî û hevkarî kiriye, têk bibe." "‎

‏(dx)

ANHA