​​​​​​​Ji ber êrişên dagirkeriyê, Zirgan û 45 gund bê kehrebe ne

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê diyar kir ku ji beriya mehekê ve navenda navçeya Zirganê û zêdetirî 45 gundên wê zehmetiya qutbûna kehrebê dikişînin, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk her tim tora kehrebê dikin hedef.

​​​​​​​Ji ber êrişên dagirkeriyê, Zirgan û 45 gund bê kehrebe ne
5 îlon, 2021   03:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştine derdora Til Temirê ve, sûcên li dijî welatiyên herêmê berdewam dikin, nexasim ku bi domdarî avahiyên aktîv wekî xetên kehrebê dikin hedef.

Zêdetirî meheke derbas bû ku di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên li dijî tora kehrebê de şêniyên navenda navçeya Zirganê û 45 gundên girêdayê wî ji ber qutbûna kehrebê zehmetiyan dikişînin.

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê Fehed Simêla ji ajansa me re axivî û got: “29`ê Tîrmehê me xeta 20 K.F ku kehrebê dide gundên navçeya Zirganê û navenda bajarok sererast kir, lê piştî çend saetan heman xet ji aliyê dagirker û çeteyên wê ve hate hedefkirin, di encamê de kehrebe li ser zêdetirî 45 gund û navendên bajarok hate qutkirin.”

Tîmên sererastkirinê nikarin xwe bigihînin deverên pirsgirêk li wan hene, ji ber ku çete nêzî wir in.

Simêla diyar kir ku xeta Zirgan 20 K.F a li beramberî gundê Derdara hate hedefkirin anî ziman ku wan hewl da xetê sererast bikin, lê ji ber ku devera pirsgirêk lê heye tenê 400 metreyan dûrî nuqteya çeteyan a li girê Menax e, nekarîn xwe bigihînin wir.

''JI BO KEHREBE LI ZIRGANÊ HEBE EM DI NAVA XEBATÊ DE NE''

Simêla bi domdarî got: “Me hejmara zirarên ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê gihaştine gundê Xirbet Şeîr, Til Werd û Şêx Elî tomar kirin, lê ji bo ku ev pirsgirêk werin çareserkirin divê hevkarî bi garantorê Rûsya re hebe, ji ber ku em ji aliyê dagirker û çeteyên wê ve têne hedefgirtin."

Simêla diyar kir ku şênî ji ber qutbûna kehrebeyê zehmetiyên qutbûna avê jî dikişînin.

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê ev li axaftina xwe zêde kir: “Em bi hemû derfetên xwe hewl didin pirsgirêkên li wê herêmê hene çareser bikin û em bi aliyên peywendîdar re hevkar in da ku di zûtirîn dem de pirsgirêk werin çareserkirin.”

 “ZÊDETIRÎ 60 CARAN XETÊN KEHREBÊ HEDEF HATIN GIRTIN”

Hevserokê Navenda Kehrebê ya Til Temirê Ferhad Simêla da zanîn ku ji dema artêşa Tirk û çeteyên wê ketine herêmê ve, ew zehmetiya qutbûna kehrebê dikişînin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên wê rasterast xetên kehrebê dikin hedef heta niha zêdetirî 60 caran hatiye qutkirin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JOCviHuZdXE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>