Di berxwedana 4 mehan a gerîla de 579 leşkerên dagirker hatine kuştin

Di berxwedana 4 mehan a gerîla de ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, 579 leşkerên dagirker hatine kuştin. Artêşa dagirker di êrişên xwe yên li dijî gerîlayên azadiyê de 132 caran çekên kîmyewî bi kar anîne.

Di berxwedana 4 mehan a gerîla de 579 leşkerên dagirker hatine kuştin
5 îlon, 2021   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker hewade û bejahî êrişî çiyayên Kurdistanê dike, lê li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê şkestiye û nikare pêş were. Ji vê demê ve 579 leşker hatine kuştin û 81 leşker jî birîndar bûne.

Di 23’yê Nîsanê de Artêşa Tirk a dagirker li hemberî çiyayên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrişên berfireh kir. Li hemberî êrişan gerîlayên HPG û YJA Starê dest bi pêngavên Şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê kirin. Gerîlayên azadiyê bi berxwedan û têkoşînê derbên mezin li dagirkeran xistin.

Êrişên dagirkeriyê

Li gorî daneyên fermî yên HPG’ê yên ji 23’yê Nîsanê heta 23’yê Tebaxê ku dike 4 meh, artêşa Tirk a dagirker her roj bi hawayî û bejahî li hemberî çiyayên azad ên Kurdistanê êriş pêk anîne. Lê ti encam bi dest nexistiye û nekariye pêş were. Lewma serî li çekên qedexekirî dane û di nava 4 mehan de 132 caran çekên jehrî û kîmyawî li hemberî gerîla bi kar anîne.

Berxwedana Gerîla

Di nava van 4 mehan de hêzên gerîla di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên Cenga Xabûr û Bazên Zagorê de 458 çalakî li dijî artêşa Tirk kirine. Di encama van çalakiyan de 579 leşker hatine kuştin û 81 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha hêzên gerîla derb li 4 wesayîtên leşkerî, 2 dron, 7 kamareyên çavdêriyê , 3 dozer, 2 helîkopterên şer, 6 balafirên bêmirov û 6 helîkopterên veguhestina dijmin xistine.

Malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên gerîla ve hatine îmhakirin;

-2 wesayitên leşkerî yên zirxî bi tîpa Kîrpî

– Çekek bombeavêj û çepera wê

– Çekek A4 û çepera wê

-2 drone

-7 kamerayên mobesse

Malzemeyên leşkerî yên ku ketine destê gerîla de

-Çekek BKC

-Droneyek

-20 kîlo teqemenî

– Wesayîtek curê tranzît,

-Wesayîtek zirxî, wesayîtek komando

– 2 wesayîtên curê reo,

3 bombeavêj û çepên wan, 5 çekên A4 û 2 dêrbînên teleskop, 6 çadir, 3 balafirên bêmirov, 4 radar, 2 dêrbînên li ser çekê, 24 sîstema dêrbîna ya çavdêriya taybet û bidehan teqemî û gule.

Li gorî bîlançoya HPG’ê di navaberxwedana 4 mehan a gerîla de 70 gerîla şehîd bûne.

Heta niha jî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk berdewame. Ji berî êrişan Gerîlayên Azadiyê yên HPG û YJA Starê berxwedanek bêhempa dikin.