​​​​​​​Li Efrînê di navbera çeteyan de alozî derket

Çeteyên "Cebha El-Şamiyê", amadekariyên êrişeke leşkerî li dijî çeteyên "Sultan Silêman Şah" yên li gundên navçeya Şiyê dikin, piştî ku gelek gundên Mabetayê ketin destê çeteyên El-Şamiyê.

​​​​​​​Li Efrînê di navbera çeteyan de alozî derket
4 îlon, 2021   17:58
ŞEHBA

Ji duh ve li gelek gund û navçeyên kantona Efrînê ya dagirkirî şerên giran di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirk de rû didin.

Çeteyên Cebha El-Şamiyê piştî şerên giran li dijî çeteyên El-Hemzat, dest danîn ser gundên Coqê û Dargirê û tevahî navçeya Mabetayê û çeteyên El-Hemzat ji van gundan derxistin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên Cebha El-Şamiye amadekariyên êrişeke leşkerî li dijî çeteyên Sutlan Silêman Şah ên li gundên Şiyê dikin.

Heman çavkaniyan diyar kir ku amadekarî ji bo kontrolkirina gundê Kaxirê yê Mabatayê û her gundên Çeqela (Jorîn, Navîn û Jêrîn) nê navçeya Şiyê tên kirin. Ev amadekarî li gundên Mistika û Erendê yên navçeya Şiyê têne kirin ku di bin kontrola çeteyên Cebha El-Şamiyê de ne. Li hemberî vê artêşa Tirk a dagirker bê deng e.  

Ev guhertin piştî vekişandina çeteyên "El-Hemzat-Siqûr El-Şemal û Furqeya Sultan Silêman Şah" ji "Odeya Operasyonan a Ezim" ya ji aliyê îstîxbata Tirk ve hatiye avakirin, derket.

Çeteyên Cebha El-Şamiyê piştî ku Mabetayê kontrol kir qedexeya çûn û hatinê ferz kirin. Li navçeyê alozî berdewam e û çete di nava liv û tevgereke mezin de ne.

ANHA