Koçberên Efrînê: Heta ENKS`ê û dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bin em venagerin

Koçberên Efrînê diyar kirin rexmî mercên zehmet ên koçberiyê ew mayîna li Şehbayê di ser vegera li Efrîna dagirkirî re digirin.

Koçberên Efrînê: Heta ENKS`ê û dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bin em venagerin
3 îlon, 2021   23:38
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Li ser bangên berpirsên ENKS'ê yên li koçberên Efrînê ku vegerin Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de, koçberên Efrîn diyar kirin ku ew bi hebûna ENKS û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê venagerin Efrînê.

ENKS'ê bi hevkariya îstixbarata dewleta Tirk rastiyan berevajî dike û propagendaya vegera li kantona Efrînê ya dagikirî dike, vê yekê dixwaze wêneya dagirkerî û çeteyên wê xweşik dike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku vîna koçberên Efrînê bişkîne û wan bixe bin kontrola xwe.

Li Efrînê ya dagirkirî sûcên revandin, qetilkirin, îşkencekirina sivîlan û talankirina wan roj bi roj zêde dibin. Ji wê zêdetir planên qirêj ên guhertina demografîk bê navber didomin.

Herî zêde jin para xwe ji van sûcan digire. Li gorî raporan, di meha Tebaxa borî de zêdetirî 15 jin, di nav de yên temen biçûk hebûn, hatin revandin.

Têkildarî mijarê koçberên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê dimînin, nêrînên xwe bi me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/09/03/195154_-.webp

Hesen Osman hişyarî da koçberên li Şehbayê û got: "Divê şêniyên me yên li Şehbayê xeteriya vegera li Efrîna dagirkirî nas bikin, ji ber ku leşkerên Tirk û çeteyên wê xefkan ji me re datînin. Divê şêniyên me têkoşînê xurt bikin û li hemberî plan û lîstokên Tirkiyê berxwedanê xurt bikin."

'REVANDİN Û MİRİN ÇARENÛSA HER KESÊN KU VEDİGERİN'

Osman diyar kir ku ew rastiya ku li Efrîna dagirkirî rû dide dizanin û wiha pê de çû: "Em baş dizanin ku her kesên ku vedigerin Efrîn çarenûsa wan revandin an mirin e. Ji ber ku jiyan li wir nayê tehemûlkirin û hîna çarenûsa bi hezaran revandiyan ne diyar e."

Osman siyastên ku li ser erdê têne meşandin bi komployekê li dijî şêniyên Efrînê bi nav kir û got: "Siyasetên ku niha têne kirin ji siyasetên dema derxistina me ji Efrînê ji aliyê hêzên hegemon ve ne dûr in. Lê vê carê bi beşdarbûna ENKS'ê tê kirin. Armanca van siyasetan valakirina herêmên Şehbayê ye."

'DİVÊ VEGER Bİ GARANTİYA NAVNETEWEYÎ BE'

Hesen Osman di dawiya axaftina xwe de berxwedan û mayîna li Şehbayê di ser vegera li Efrîna dagirkirî de girt û diyar kir ku heger vegera li Efrînê hebe divê bi garantiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî û bêyî hebûna dagirkeran be.

/kr/uploads/files/2021/09/03/195210_-.webp

Xedîce Elûş jî vegera li Efrîna dagirkirî red kir û got: "Em vegera li Efrînê bi hebûna dagirkeriya Tirk û komên terorîst red dikin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Li şûna vê em ê berxwedana xwe heta rizgarkirin û vegera li Efrînê dewam bikin."

'BILA ENKS BIZANIBE KU BI HEBÛNA DAGIRKERAN EM VENAGERIN'

Xedîce Elûş destnîşan kir ku divê ENKS'ê baş bizanibe ku bi hebûna wê û dagirkeran re ew venagerin û diyar kir ku ENKS'ê ji dagirkeran ne cûdaye, her tim hewl dide koçberên Efrînê yên li Şehbayê bixapîne.

Xedîce siyasetên ENKS'ê yên xapandina koçberan şeremzar kirin û wiha got: "Kesên ku banga vegera li Efrînê li şêniyan dikin ma sûc û binpêkirinên ku li dijî jin, zarok û temenmezinan têne kirin, nabînin."

Xedîce Elûş her wiha bang li ENKS'ê kir ku destê xwe ji destê dijimin derxîne.

/kr/uploads/files/2021/09/03/195227_-.webp

Mihemed Xelîl anî ziman ku mercên zehmet ên li kampên li Şehbayê di ser vegera li Efrîna dagirkirî re digire. Her wiha got, divê koçberên Efrînê bi lîstokên ENKS'ê yên ku rasterast bi fermanên îstîxbarata Tirkiyê dixebitin, nexapin û venegerin Efrîna dagirkirî.

'ENKS NİKARA XWE BİPARÊZE DÊ ÇAWA ME BİPARÊZE'

Xelîl bi domdarî got: "ENKS'ê nikare xwe ji çeteyên Tirkiyê yên li Efrînê biparêze, dê çawa şêniyan biparêze! Heger ENKS'ê di van bangên xwe de cidî be çima nikare buroyên xwe li Efrînê veke û alên xwe lê hilde. Em Efrîna azad ne ya dagirkirî dixwazin. Çarenûsa hemû kesên ku vedigerin an revandin an mirin e. Li wir tu kes nikare rûmeta xwe biparêze û nikare bi ewle bijî."

Mihemed Xelîl di dawiya axaftina xwe de bang li koçberan kir ku xeta berxwedanê berdewam bikin û bi şerê taybet bi bandor nebin.

ANHA