`Pêngava Dem Dema Azadiyê ye wê bi xurtî berdewam bike`

Pêngava bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" ket sala xwe ya duyemîn. Berdevkê Fermî yê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Herêma Cizîrê diyar kir ku pêngav armancên mezin pêk anîn. Ji ber wê divê pêngav bi awayekî xurtir berdewam bike heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk were.

`Pêngava Dem Dema Azadiyê ye wê bi xurtî berdewam bike`
4 îlon, 2021   00:46
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Pêngava "Dem dema azadiyê ye" ya ji bo daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Koma Civakên Kurdsitanê (KCK) ve hatiye ragihandin, li gelemperiya cîhanê deng veda. Di wê çarçoveyê de bi tevlêbûna hemû pêkhate û gelan çalakiyên cihereng li piraniya herêman hatin lidarxistin.

KCK'ê di daxuyaniya xwe de ku 10'ê Îlona 2020'an parve kiribû got, "Ji bo dawîkirina xeteriyên li ser me û ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk, em ê di 12'ê Îlonê de li Kurdistan û hemû welatên ku Kurdan lê ne pêngava xwe bi dirûşma 'Ji tecrîd, faşîzm û dagirkerî re êdî bes e, dem dema azadiyê ye' bidin destpêkirin.'

'RÊBER ABDULLAH OCALAN NÛNERTIYA VÎNA GELÊN AZADÎXWAZ DIKE'

Di vê derbarê de Berdevkê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Herêma Cizîrê Silêman Ehmed diyar kir ku piştî Serhildana Bihara Ereban li Rojhilata Navîn tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan girantir bû û wiha domand: "Dewletên kapîtalîst ku beşdarî komploya navdewletî bûn, nikaribû fikirê rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de tune bike. Îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya xwe û hevgirtina gelên xwe, xwe li ser rêgeza fikirê wî bi rêxistin dike. fikirên rêbertî çareseriyên bingehîn ji aloziyên li Rojhilata Navîn re ne."

Silêman piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna xwe ya li dijî hêzên kapîtalîst de karîbû berê piraniya gelên cîhanê bide ser rêya azadî û demokrasiyê û got, rêber Ocalan nûnertiya îradeya gelên azadîxwaz dike.

'PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE ARMANCÊN MEZIN PÊK ANÎN'

Berdevkê Komîteya Azadî ya Rêbertî ya Herêma Cizîrê têkildarî Pêngava "Dem dema Azadiyê ye" ku ji aliyê KCK'ê ve hatiye ragihandin wiha axivî: "Bi armanca redkirina polîtîkayên ku li ser rêber Ocalan tên meşandin, piraniya gelên cîhanê û Rojhilata Navîn ji Afrîkaya Başûr heta Ewropa û welatên Ereban û her wiha gelek rêxistinên navneteweyî tev li vê pêngavê bûn."

Di demeke kin de pêngavê piştgiriyeke navneteweyî bi dest xist. Bi dehan sazî, bi sedan rewşenbîr, lêkolîner, akademîsyen, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û çalakvan beşdar bûn.

Ehmed diyar kir ku ev pêngav ne tenê bi çîneke taybet ve sînordar e û got: “Hemû çîn û beşên civakê tev lê dibin. Ji jinan heta ciwanan, her wiha kesayetên olî, çandî, siyasî û civakî tev lê bûn. Bi vîn û biryardariya xwe ya ku ji fikirê rêber Ocalan girtî jinan roleke berbiçav di çalakiyên pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de lîst. Li seranserî cîhanê ciwan û jinên ciwan bi awayekî asayî çalakiyên cuda  orgenîze kirin."

Ehmed wiha pê de çû: "Ne tenê ev bû, li gelek welat û girtîgehan gelek kes dest bi girêvên birçîbûnê kirin.  Heta niha ev çalakî berdewam in. Me jî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandan, çalakiyên konvedanê, protesto û panel bi kesayetên navdar re li dar xistin."

'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE YÊN DEMOKRATÎK DI SALA NÛ DE ZÊDE BIKIN'

Silêman Ehmed got, pêngavê gelek armancên girîng bi dest xistine, lê divê heta armanca xwe ya sereke anku pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bike.

Di 10`ê Îlonê de pêngava derbasî sala xwe ya duyemîn dibe. Têkildarî planên pêşerojê Silêman Ehmed ev agahî parve kirin: “Em ê bi awayekî xurtir tev li pêngavê bibin. Em li darxistina çalakiyên xwe yên demokratîk zêde bikin, ji  ber ku komploya li dijî rêbertî, komployeke navneteweyî bû. Ji ber wê divê pêngava azadiya rêbertî li ser asta navneteweyî be."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/o2XDRRkrQ6A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>