Rojnameyên erebî: Li Sûriyê metirsiyên karesateke ekolojîk hene

Rojnameyên erebî yên îro behsa rijandina petrolê li beravên Sûriyê, rewşa Efganistan û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Sûriyê metirsiyên karesateke ekolojîk hene
4 îlon, 2021   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

‘SÛRIYE LI BER KARESATEKE EKOLOJÎK E’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Dosyaya rijandina petrolê li ser beravên Sûriyê di rojên dawîn de, metirsiyên rûdana karesateke ekolojîk ku dibe li derveyî ava herêmî ya Sûriyê jî belav bibe, bi xwe re anîn. Di demekê de ku li Sûriyê jêderên enerjiye û aloziya aboriyê heye.

Li gorî wêneyên ji asîman ve hatine kişandin, li beravên Sûriyê petrol li ser dirêjahiya nêzî 800 km rijiyaye.

Têkildarî bûyerê, Sendîkaya Xwezayê ya Cîhanê (WWF) got, rijandina petrolê ku bi rêya Deryaya Spî ber bi Tirkiye û Qibrisê ve belav dibe, dê bandorên yekser û demdirêj li ser sîstema ekolojiyê li beravan bike. Her wiha bang li welatên zirar gihîştiyê kir ku yekser bikevin tevgerê û herêmên zirar dîtine, paqij bikin.

Ji ber ku hikuemta Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina vê karesastê derfetên xwe bi kar nayne, hin sivîl û komeleyên navxweyî berê xwe da beravan û hewl dan bandora rijandina petrolê kêm bikin. Lê belê bi van hewldanan ne mimkun e ku rê li vê karesatê were girtin, ku êdî bûye xetereyeke herêmî.”

‘TALÎBAN RAYEDARAN JI BO PEYWIRÊN GIRÎNG DI HIKUMETA NÛ DE DIYAR DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Efganistanê kir û wiha nivîsî: “Duh çav li paytexta Efganistan Kabulê bû. Talîban amadekariyên ragihandina hikumeta xwe ya yekemîn dike. Li piştperdeyê jî rêxistinên mirovî ji bo berdewamkirina karê xwe li Efganistanê ku êdî li ber kareseteke mirovî ye, dan û standinan bi Talîbanê re dikin. Rewşa aborî û diravî li welêt jî hîna ne zelal e.

Çavkaniyên ji Talîbanê got, serokê Nivîsgeha Siyasî ya Talîbanê û yek ji damezirînerên tevgerê Mela Birader, dê hikumeta Efgan ku wê demeke nêz were ragihandin, bi rê ve bibe.

Li gorî ajansa Reutersê, Mela Mihemed Yeqûb kurê damezirînerê tevgerê Mela Omer, her wiha Şêr Mihemed Ebas Stanîkzaî dê du peywirên girîng di hikumetê de bigirin. Rayedarekî Talîban ku navê xwe eşkere nekir, ji Reutersê re wiha got: “Hem rayedarên payebilind gihaştin Kabulê û amadekariyên ragihandina hikumeta nû di qonaxa dawîn de ne.”

Rayedarekî din ê Talîbanê jî ragihand ku serokê olî yê Talîbanê Hîbetullah Exwendzade dê girîngiyê bide kar û barên olî û hikumî di çarçoveya şerîeta îslamê de.”

‘QONAXEK NÛ YA ŞERÊ JI BO SERWERIYA LI TERABLUSÊ’

Rojnameya El-Ereb jî der barê rewşa Lîbyayê de wiha nivîsî: “Berbanga înê, li paytexta Lîbya Terablusê di navbera Lîwa 444 a girêdayî fermandariya artêşa herêma rojavayî û mîlîsên “Piştgiriya Îstiqrarê” yên girêdayî Meclisa Serokatiyê de şerekî dijwar derket. Bi wê yekê qonaxeke nû ya şerê serweriyê dest pê kir.

Hin çavkaniyan diyar kir ku di şer de 2 endamên lîwa 444 hatine kuştin û endamekî mîlîsên Piştgiriya Îstiqrarê hatiye kuştin, her wiha ji her du aliyan gelek çekdar birîndar bûne.

Çavdêr diyar dikin ku şerên nû, asta rikeberiya di navbera mîlîsên li Terablusê û eniya leşkerî ya girêdayî Meclisa Serokatiyê û Hikumeta Yekitiya Nîştimanî de eşkere kir.”

(cx)