Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir

Şaredariya Gel a navçeya Dêrikê di çarçoveya plansaziya 2021`an de dest bi sererastkirina rêyên xirab û paqijkirina navçeyê kir.

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi projeyên nû kir
3 îlon, 2021   09:17
QAMIŞLO - ÎSAM EBDULLAH

Şaredariya Gel Dêrikê ya kantona Qamişloyê dest bi sererastkirina rêyên şaxî û sereke û restorekirina cihên giştî û paqijkirina navçeyê kir.

Şaredariyê ji destpêka Tebaxê ve derdora rêya Kolana Kornîş bi dirêjahiya 4 kîlometreyan û kolanên sereke yên navçeyê paqij kirin.

Girêdayî heman mijarê Komîteya Xizmetguzariyê ya şaredariyê, li ser giliyên gelek şêniyan torên kanalîzasyonê yên herêma rojhilatê navçeyê sererast kirin.

Li taxa Rojava jî, xebatên firehkirina torên avê bi dirêjahiya 300 metreyan bi alîkariya şêniyên taxê dan meşandin. Lêçûna vê xebatê 7 milyon û 500 hezar bû. Derdora 100 malên taxa Rojava sûd ji vê projeyê girt.

Li gorî Daîreya Fenî ya şaredariyê, tê payîn ku torên avê li Taxa Şehîd Xebat werin dirêjkirin. Her wiha şaredariyê piraniya rêyên xirabe yên navçeyê û gundewarên wê sererast kirin.

Bi însiyatîfa şêniyên gundê Mamşûr rêya di navbera gundê Kanîkirk û Mamşûr de bi dirêjahiya 3,5 kîlmetre sererast kir. Her wiha rêya Robariya û rêya di navbera Goristana Şehîdan û gundê Rîhanik de restore kirin.

Her wiha şaredariyê rêya gundê Girê Şêra bi dirêjahiya 5,5 kîlometreyan bi lêçûna 25 hezar dolarî sererast kir.

Têkildarî projeya gundê Rîhanik, ji ber ku ev gund girêdayî Şaredariya Gel a Eyn Dîwarê ye, şaredariyê bi hevkariya komîna gund hezar û 800 metre rêya gund sererast kir. Hezar û 200 metreyên mayî jî bi alîkariya şêniyan hat sererastkirin.

(şx)

ANHA