Balafirên şer ên Rûsyayê careke din ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsyayê careke din “herêmên bêçek” bombebaran kirin. Vê sibê derdora bajarokê Kensefrê yê çiyayê Zawiye yê Idlibê kirin hedef.

Balafirên şer ên Rûsyayê careke din ‘herêmên bêçek’ bombebaran kirin
3 îlon, 2021   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyyaê gelek herêmên derdora bajarokê Kensefrê yê çiyayê Zawiye yê gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kirin. Lê agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

SOHR`ê duh ragihandibû ku balafirên şer ên Rûsyayê eniya Kibanê ya çiyayê Ekrad ê Laziqiyê bombebaran kiriye.

(şx)