Li gundewarên Idlibê şer

Li eniyên şer ên li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên hev topbaran kirin.

Li gundewarên Idlibê şer
3 îlon, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR`ê, topbaran ji şevê din heta saetên sibehê di navbera çeteyan û hêzên hikumeta Şamê de dewam kir.

Duh jî SOHR`ê ragihandibû ku di encama topbarana çeteyên Tehrîr El-Şam a li dijî baregeheke hêzên hikumeta Şamê de li eniya çiyayê El-Ekrad ê bejahiya Laziqiyê, leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.