86 roj in PDK`ê çarenûsa Cîhad Hesen eşkere nekiriye

Nûnerê Rêveberiya Xweser li Başûr Cîhad Hesen 86 roj in ji aliyê PDK`ê ve revandî ye. Li gorî Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê, tenduristiya Cîhad Hesen ne başe.

86 roj in PDK`ê çarenûsa Cîhad Hesen eşkere nekiriye
3 îlon, 2021   06:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 10`ê Hezîranê de, hêzên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, du endamên têkiliyan ên PYD`ê piştî 50 rojî ji revandina wan ji aliyê PDK`ê ve serbest hatin berdan. Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen hîna revandî ye û rewşa wî ya tenduristî xirab e.

 (cx)

ANHA