Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên komên girêdayî Îranê yên li Şamê bombebaran kir

Rojnameyên erebî vê sibê behsa derbeyên Îsraîlê yên li dijî Şamê, civîna sêalî ya di navbera Misir, Urdun û Filistînê de û rewşa Tûnisê, kirin.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên komên girêdayî Îranê yên li Şamê bombebaran kir
3 îlon, 2021   06:53
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎLÊ NAVENDÊN MILÎSÊN ÎRANÊ YÊN LI DERDORA ŞAMÊ KIRIN HEDEF

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat vê sibê têkildarî derbeyên Îsraîlê yên li dijî Şamê wiha nivisî: “Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê îro ragihandin ku pergala parastinê ya Sûriyê bersiva êrişên bi moşekan ên li derdora Şamê daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) piştrast kir ku Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên hikumeta Şamê yên li navenda lêkolînên zanistî ya li herêma Berzê û Cimraya yên gundewarê Şamê kirin hedef ku milîsên Îranê wan navendan ji bo pêşxistina çekan bi kar tînin.

Li gorî ajansa nûçeyan a alman (DBA) ku agahiyên xwe dispêre şêniyên başûrê paytexta Sûriyê Şamê ragihand ku li başûr rojavayê Şamê 2 teqîn pêk hatine. Pergala parastinê ya Sûriyê 6 moşek avêtine ku li asîmanê li moşekên Îsraîlê ketine û teqiyane.

CIVÎNA QAHÎRAYÊ PIŞTGIRÎ DA XEBATÊN AŞTIYÊ

Girêdayî civîna Misir, Urdun û Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Civîna sêalî ku duh di navbera Misir, Urdun û Filistînê de li dar ketiye, girîngiya hevgirtinê piştrast kir da ku aştî dîsa li Rojhilata Navîn were vejandin û li gorî lêvegerên rewa yên navneteweyî dan û standinê ji nû ve destpê bikin."

EL-NEHDA ÎTÎRAF KIR KU EW BIBIN KET

Der barê rewşa Tunisê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: ”Aliyên nêzî tevgera El-Nehdayê ya islamî gotin daxuyaniya ku tevgerê çarşemê daye û lixwemikurhatinê ku ew berpirsa rewşa li welêt e, aloziya tevgerê li ser astên siyasî û exlaqî kûrtir dikin. ”

(şx)